ÇOMAN – Di meha Tîrmehê de xwe li ser berfê dişemitînin

07-07-2019
Bextiyar Qadir
Berfa li Çomanê di mehên herî germ ên havînê de jî heye
Berfa li Çomanê di mehên herî germ ên havînê de jî heye
Nîşan Çoman Berf Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Çoman (Rûdaw) – Meha Tîrmehê ye, lê ew li ser berfê xwe dişemitînin. Berfa li Çomanê di mehên herî germ ên havînê de jî, dema pileya germahiyê li deverên din ên Kurdistanê digihîje 50 pileyê jî, her heye.

 

Geştyarê bi navê Luqman Qadir ku serdana çiyayê Pirje kiriye ku ev çiya dikeve bajarokê Hacî Omeran ê ser bi qezaya Çomana Hewlêrê, dibêje: “Ez ji Akrê hatim. Duh ji min re gelek germ bû, îro jî tu me dibînî serma li me dixe, dem li vir xweş e û berf di vê demsalê de cihê matmayînê ye.”

 

Hêj demsala havînê nehatiye çiyayê Pirje, heta cihê ku çav dibîne dol û newal bi berfê tijî ne.

 

Hîran Hesen li gel hevalên xwe ji Ranyeyê hatiye Pirjê, zivistana derbasbûyî li bajarokê xwe berf nedîtiye û li vê derê di meha Tîrmehê de bi berfê dilîze.

 

Hîran Hesen dibêje: “Ez yekem car e berfeke bi vî awayî dibînim. Par li Ranye berf nebariya, lê li vê derê di havînê de ez di nav berfê de me. Birastî xweş e û heq e her kes were bibîne.”

 

Geştyar tim bi lîstikan ve mijûl in û li vê derê dem gelek zû derbas dibe, cil û bergên wan havînî ye, lê derdora wan berf e.

 

Îsal li çiyayê Pirje çendîn metre berf bariya, berf gelek şikeftên ji berfê çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst