Di navbera PKK, Îmralî û dewletê de muzakereyên veşartî!

07-07-2016
RÛDAW
Nîşan PKK Îmralî Dewlet Tirkiye Muzakere Pêvajoya Aştiyê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li gel berdewamiya şer û pevçûnan li Bakurê Kurdistanê, behsa îhîtîmala destpêkirina pêvajoya aştiyê di navbera PKKê û dewleta Tirkiyê de tê kirin. Hin çavdêr dibêjin, di navbera PKK, Îmralî û dewleta Tirkiyê de danûstandinên veşartî hene.

 

Di wan rojên dawiyê de dîsa qala aştiyê tê kirin û ji nû ve pêvajoya çareseriyê tê kirin. Hinek çavdêr dibêjin niha dîsa di navbera PKK-Îmralî û dewleta Tirkiyê de danûstandinên veşartî hene, li gor hinekan jî herdû alî hêj jî hewl didin destê hevdu lawaz bikin, lewma dê payîzê ´pêvajoya çareseriyê´ dest pê bike. Di vî warî de me jî nêrînên aliyên siyasî pirsî.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Dêrsimê li ser rewşa Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûnên li wê parçeyê Kurdistanê, rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aştiyê nêrîna çend aliyên siyasî û kesatiyên Dêrsimê wergirtiye.

 

Alîkara Serokê AK Partiyê li Dêrsimê Aysûn Taşbîlek di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Zerer û ziyana şer û pevçûnan li her kesî dikeve. Aştî baş e. Dostanî û biratî baş e. Em dixwazin ku li welatê me aştî pêk bê. Aramî pêk bê. Da ku her kes bi hêsanî li welatê xwe bigere. Em dixwazin wekî çend sal berê aramî pêk bê."

 

Kevneşaredarê Dêrsimê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Mazlûm Arslan jî ji Rûdawê re li ser şer û pevçûnan û rêyên çareserkirina aloziyên li Bakurê Kurdistanê axivî.

 

Mazlûm Arslan got: "Kî dikare çareseriyê pêk bîne. Dewlet dikare. Dewleta Komara Tirkiyê dikare çareseriyê pêk bîne. Kî dewletê bi rê ve dibe? Parlamento bi rê ve dibe. Gel 550 parlamenteran hildibijêre û dişîne parlamentoyê. Ev parlamento hikûmetê pêk tîne. Madem parlamento hikûmetê ava dike, Pêwîst e Parlamentoya Tirkiyê ji vê kêşe û pirsgirêkê re çareyekê bibîne."

 

Zana û pisporê warê siyasetê Huseyin Çaglayan jî da xuyakirin, ku gel ne li Dêrsimê û ne jî li coxrafiya Kurdistanê şer û pevçûnan naxwaze.

 

Huseyin Çagalayan wiha got:

 

"Ji bo ku ev şerê han raweste û aştî pêk bê, miletê me çi bike? Gelê me hem li erdnîgariya Dêrsimê hem jî li Kurdistanê şer û pevçûnan naxwaze. Gel dibêje çekan bidin aliyekî. Bila ne hikûmet li ser me zorbaziyê bike û gotina li me bixe, ne jî em gotina li dewletê bixin. Bila aştî pêk bê. Gel çi dixwaze? Di zimanê xwe de dibistanan dixwaze. Di ziman û çanda xwe de serbestiyê dixwaze. Ger ev yek pêk bê, jixwe kêşe û pirsgirêk namîne."

 

 

Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan jî destnîşan kir, ku pêwîst e bo bidawîhatina wan alozî û pevçûnan, dewleta Tirkiyê Kurdan nas bike û bi serokê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re muzakereyê bike.

 

Aysel Dogan wiha axivî:

 

"Yekem, pêwîst dewlet Kurdan nas bike. Duyem, Ocalan li wir e. Serokê Kurdan e. Dewlet nas bike, nas neke ew Serokê Kurdan e. Ev ne lîstik e. Ev ne karê zarokan e. 40 sal e em bi te re şer dikin, tu hîn me nas nake. Tu (rêveberiya dewleta Tirkiyê) xêvik e. Hiş û aqilê te tine ye. Seyîd Riza xwe ji bîr kir? Na. Şêx Saîd xwe û nasnameya xwe ji bîr kir? Na. Mîr Bedirxan xwe ji bîr kir? Na. Barzanî xwe ji bîr kir? Mistefa Barzanî xwe ji bîr kir? Na. Apo jî xwe ji bîr nake. Pêwîst e tu nas bike. Pêwîst e bi Apo re biaxive. Li beramberê te Apo heye. Mûxateb û hemtayê te ew e. Me ewqas êş û zehmetî kişandiye. Tenê serokê me bêje rabiweste. Em hingê radiwestin. Ne ji xwe em ranawestin. Milet ranaweste."

 

Pîr û Zanayê Dînî Mahmût Yildiz jî di daxuyaniyeke ligel Rûdawê de anî ziman, ku bo rawestandina şer û anîna aştiyê pêwîst e dewlet şer bisekinîne.

 

Mahmût Yildiz got: "Ger em aştiya neyînin, kes ji me re aştiyê nayîne. Îro dewlet dest ji şer berbide, balafirên xwe yên şer rawestîne. Ev balefirana dê ji dewletê re lazim be. Fîşengên wê dê jê re pêwîst be. Ger dewlet şer rawestîne û bêje belê, ez dibim kefîlê PKKê ku li çiyê namîne. Bila tenê dewlet bêje ku kêm-zêde ev mafê we ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst