Sabrî Ok: Ocalan navê BDP yê nû pêşniyar kiribû

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Konseya Rêveber ya KCKê, Sabrî Ok dragihand ku, Ocalan pêşniyara navê Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) ji bo BDPê kiribû.

 

Endamê Konseya Rêveber ya KCKê Sabrî Ok, bal kişand ser kongreya BDPê ku tê hêvîkirin xwe wekî partiya herêmî bi rêxistin bike û diyar kir ku pêwîst e BDPê di avakirina Xweseriya Demokratîk û afirandina kadroyan de roleke sereke bilîze.

 

Ok di hevdîtinekê ligel medya nîzîkî PKKê de destnîşan kir ku, BDP ku nûnertiya kevneşopiya 25 salan dike, tê hêvîkirin ku di kongreya xwe ya yazdehê Tîrmehê de hem navê xwe, hem jî modela rêxistina xwe biguherîne.

 

Ok anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû navê BDPê bê guhartin û li dewsa wê bibe Partiya Herêmên Demokratîk (PHDê).

 

Wek tê zanîn partiya Aşitî û Demokrasî BDPê piştî ku hemû perlementerên wê tevlî partiya Demokratîka Gelan HDPê bû, wê li yazdehê Têrmehê kongireya xwe lidar bixe û navê xwe biguhere.