Nerazîbûna li hember gotinên Hatîp Dîcle yên li ser serxwebûna Kurdistanê

07-07-2014
RÛDAW
Amed-Konferans
Amed-Konferans
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Akademîsyenên kurd ku ji bo konferanseke Kurdistanî hatibûn Amedê gotinên siyasetmedar Hatîp Dîcle ên derbarê Kerkûk û amadekariyên îlankirina serxwebûna Başûrê Kurdistanê de bi tundî rexne kirin.

 

Akademîsyenan berevajî Dîcle aşkera kirin ku Kerkûk “Qudsa” Kurdistanê ye û dem jî dema serxwebûnê ye.

 

Mamostayê Zanîngeha Mûşê ya Alparslanê Doç. Dr. Abdullah Kiran, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Ez vê beyanatê gellekî bêsûd dibînim. Xwezî Hatîp Dîcle ku wekî kurdekî 15 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye, tiştên wiha negota. Ev gellek tiştên eletewş in. Serxwebûna Kurdistanê firsendeke tarîxî û dîrokî ye. Divê pêşiyê wekî Serok Barzanî kifş kiriye, referandomê çêkin û piştî referandomê bêguman divê serxwebûna xwe îlan bikin.

Akademîsyenan axaftinên Hatîp Dîcle ku netewe-dewletê û dewletbûnê qebûl nake, bêbingeh û ji rastiyê dûr nirxandin û diyar kirin weke her milletekî mafê kurdan ê çarenûsê jî rewa ye… 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst