‘70 hezar pêşmergeyên xanenişîn û astengdar hene’

07-07-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer hêvî xwest ku nêzîkîbûna niha ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsgirêkên heyî çareser bike.

Cebar Yawer ji rojnameya El-Heyat re axivî û wiha got: “Ji sala 2006an û vir re gelek komîte hatin avakirin û encamên wan jî hebûn, lê ew encam tenê li ser refan man.”

Yawer diyar kir ku nêzîkbûna vê dawiyê ya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tenê şerê ragihandinê di navbera herdu aliyan de rawestand.

Derbarê peymana sala 2007an ya taybet bi hêzên pêşmergeyan jî Cebar Yawer wiha got: “Rêkeftinê çend bendên serekî li xwe girtin. Ji wan jî diyarkirina budceya pêşmerge û çekdarkirina wan. Herwiha danîna mekanîzmeyek ji bo pirsgirêka pêşmeregeyên xanenişîn û astengdar.”

Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmergeyan eşkere kir ku di peymana sala 2007an tê gotin ku 190 hezar kes li ser mîlakê pêşmerge hene. Ji wan jî niha 100 xizmetê dikin, 20 hezar yedek, 70 hezar xanenişîn û astengdar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst