Serhan Îsa: Em qebûl nakin ti kes netewe û nasnameya me bixe bazarê

07-06-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Serhan Îsa Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê Serhan Îsa diyar kir ku ew qebûl nakin ti kes nasname û neteweya û baweriya Êzidiyan bixe bazarê.

Herî dawiyê li Parlamentoya Îraqê 182 parlamenteran îmze dan hev da ku Kurdên Êzidî ji Kurdan bên cihêkirin û wekî neteweyeke cuda bê qebûlkirin.

Serhan Îsa beşdarî bultena saet 09:00an a Rûdawê bû û li ser mijarê bersiva pirsên Sîma Abxizirê da.

Serhan Îsa, li ser hewlên parlamenterên Îraqê yên derxistina yasayekê ku “Êzidî ne Kurd in” û “neteweyeke cuda ye” axivî.

“Hewl tê dayîn Êzidî ji Kurdan bên dûrxistin”

Îsa Serhan bi tûndî li dijî wê yasayê derket û wiha got:

“Em li dijî wê pêşniyazê û wê yasayê ne. Ev biryar bi tenê ne li dijî Kurd û Kurdistanê ye li dijî hebûna Êzidiyan e.”

Çima Êzid xwe dûrî nasnameya xwe ya Kurdî dikin. Ez çend xalan eşkere bikim.

Yekem di baweriya me de Êzidiyayetî, wekî bawerî bi awayekî siruştî li nava Kurdan cihê xwe negirtiye.

Duyem, wekî pêwîst heta roja îro jî fikra neteweyî li nava Kurdên Êzidî nehatiye belavkirin.

Çarem komkujî û fermanan wisa kir ku Êzidî ji bajaran û şaristaniyê dûr bikevin û danûstendina wan bi netewe û dînên din re çênebe.

Pêncem, Êzidî di nava navendên biryarên siyasî de ci negirtin û nebûn xwediyê biryarê.

Şeşem, Madeya 140 hem zerer da Herêma Kurdistanê û hem jî zerer da Êzidiyan û wê jî roleke xirab lîst.

Xala 7em jî globalîzm e. Di serdama globalîzmê de civaka Êzidiyan ji bin kontrolê derketiye.

Xala 8em jî ew e ku Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan rola xwe nelîstiye û wekî pêwîst karê xwe nekiriye.

Xala herî girîng li gorî min ew e ku hin aliyên siyasî hene bi navê Kurdayetiyê, Êzidiyan ji Kurdan dûr dixin.“

Serhan Îsa di berdewamiya axaftina xwe de jî bangî Êzidiyên Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku ji ezmûna Kurdên Êzidî yên Sûriyeyê sûdê wergirin.

Serhan Îsa da zanîn ku ku ji sala 2011ê ve ew beşdarî proseya siyasî ya li Sûriyeyê bûne.

Nûnerên Êzidiyan di nava Mixalefeta Sûriyeyê de hene û Mixalefeta Sûriyeyê hebûna Kurdên Êzidî qebûl dike.

“Laliş Qudsa Kurdan e”

Serhan Îsa gotinên Mele Mistefa Barzanî yên li ser Kerkûkê jî bi bîranîn û wiha got:

“Laliş divê bibe Vatîkana Kurdan. Rehmetiyê Nemir Mele Mistefa Barzanî gotiye, ‘Kerkûk Qudsa Kurdan e.’

Ez naxwazim gotinan li ser gotinên Mele Mistefa Barzanî zêde bikim. Eger na min jî dê bigota Laliş Qudsa Kurdan e.”

Îsa Serhan eşkere kir ku 182 parlamenterên Îraqî yên ev pêşniyar îmze kiriye, li dijî Êzidîyan û Kurdan in.

Herwiha Îsa Serhan diyar kir ku eger ew parlamenter rastgo ne, bila herin û îmzeyan kom bikin ku DAIŞê wekî rêxistineke terorîstî ya li hemberî Êzidiyan û Kurd û Kurdistanê ragihînin.

“Em jî dê li dijî Parlamentoya Îraqê dozê vekin”

Serhan Îsa di berdewamiyê jî de wiha got:

“Eger mêr in bila îmzeyan kom bikin û bibêjin DAIŞ kafir e. DAIŞê Kurd û Êzidî qetil kirine.

Dixwazin derbeyekê li dara Kurdayetiyê bidin. Eger rastgo ne bila ji 10 malbatên DAIŞê re konan vekin û li wan binêrin.

Em jî dikarin li dijî Parlamentoya Îraqê dozê vekin. Ew pêşniyaza wan ne yasayî ye.

Li Almanyayê, li Herêma Kurdistanê be yan jî li welatekî din be em jî dikarin dozekê li ser Parlamentoya Îraqê vekin.

 Em qebûl nakin ti kes neteweya me, nasnameya me, baweriya me derxe bazarê.“

“Êzidî di nava parçebûneke bêsînor de ne”

Li gorî Sarhan Îsa, ji aliyê Ereban ve jî pêşniyarên bi vî rengî li Kurdên Êzidî yên Sûriyeyê re hatine kirin lê belê wan ew qebûl nekiriye.

Serhan Îsa behsa hewlên dûrxistina Êzidiyan ji Kurdbûnê yên li Almanyayê kir û wiha got:

“Niha Êzidî di nav perçebûneke bêsînor de ne, li Ewropayê û Almanyayê jî hewl didin Êzidîyan ji Kurdan cuda bikin.

Helwest û axaftina Serok Mesûd Barzanî ku gotiye, Êzidî Kurdên resen in ji bo me destûr e.’ Mafê wî parlamenterî (Naîf Xelef Sîdo) nîne ku li şûna zêdetirî 1,5 milyon û 2 milyon Êzîdiyan biryarê bide.”

Serhan Îso amaje bi wê yekê kir ku dê wekî Encûmena Êzidîyên Sûriyeyê di 27ê Hezîranê de bi Parlamentoya Almanyayê bicivin û li ser vê babetê jî bi wan re biaxivin.

Beriya niha di 18ê Çiriya Paşîn a 2023yan de Naîf Xelef Sîdo nameyek ji Sekreterê Parlamentoya Wezîran re şandibû û xwwestibû ku li hember Êzidiyan wekî ol û neteweyekê tevbigerin.

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Ofîsa Yasayî ya Sekreteriya Giştî ya Hikûmeta Îraqê Dr. Kazim  Kerîm got:

"Li gorî destûrê Êzidî wekî olekê tên hesibandin û ti nîşanek nîne ku wekî netewe werin qebûlkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst