Hewlêr (Rûdaw) - Li çend gundên qezaya Amêdiyê ya Dihokê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şerekî dijwar rû da.
Artêşa Tirkiyeyê îro dane sibehê bi top û balafiran Çiyayê Metînayê bi dijwarî bombebaran kir.
Di encama bombebaranê agir bi herêmê ketiye.
Niştecihê gundê Belaveyê Fayeq Belaveyî li ser bombebarabê ji Rûdawê re axivî û got:
“Doh bi şev gerîlayên PKKyê li Sora Sigêrê êrişî çend xalên artêşa Tirkiyeyê kir.
Dengê şer li gundên Sigêrê, Belave Berçî û sergeliyê hatiye bihîstin.”
Herwiha Fayeq Belaveyî da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê îro sibehe li Çiyayê Metinayê dest bi topbaran û bombebaranê kiriye û agir bi herêmê ketiye.
Ji PKK û artêşa Tirkiyeyê daxuyanî
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKyê daxuyaniyek belav kir.
HPGyê di daxuyaniyê de ragihand ku wan 6ê Hezîran saet derdora 19:40î li Çiyayê Metînayê bi ser du xalên artêşa Tirkiyeyê de girtiye.
HPGyê diyar kir ku di wan êrişan de 6 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.
Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê êrişa PKKyê piştrast nekir û îdia kir ku li herêma “Operasyona Pençe Kilîdê 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.
Artêşa Tirkiyeyê Çiyayê Metinayê bi dijwarî bombebaran kir pic.twitter.com/26VN4hBWBi
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 7, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse