Mûş - Xwendekarek di Çemê Miradê de winda bû

07-06-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Çemê Miradê Xwendekar Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarekî dibistana amadehiyê ji bo xwe hênikkirinê ket Çemê Muradê, lê winda bû.

Li gor zanyariyan, xwendekarê bi navê Azîz Serhat Erdoglu yê 18 salî ji bo seyranê bi hevalên xwe çû parkeke li ber Çemê Miradê.

Piştre ji bo ku xwe hênik bike ket Çemê Miradê lê piştî demekê di nav çem de winda bû.

Li ser agahadarkirinê cendirme û tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez (AFAD) cendermeyan çûn cihê bûyerê ji bo dîtina xortê 18 salî xebat dan destpêkirin.

Hat ragihandin ku ji çend parêzgehên derdorê jî tîmên niqumvaniyê hatine agahdarkirin da ku biçin beşdarî xebatên lêgerînê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst