Çima hewl didin Kurdên Êzidî wekî miletekî cuda nîşan bidin?

07-06-2024
Seîd Cerdo bû mêhvanê Sîma Abxizirê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Seîd Cerdo bû mêhvanê Sîma Abxizirê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Nasname Kurdbûn Seîd Cerdo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kesayetê Kurd ê Êzidî Seîd Cerdo diyar kir ku armanca wan kesên ku hewl didin Kurdên Êzidî wekî miletekî cuda nîşan bidin, “Perdepoşkirina komkujiyan e.”

Hewlên ku Kurdan ji hev veqetînin û parçebûna wan kûrtir bikin berdewam dikin.

Herî dawiyê li Parlamentoya Îraqê 182 parlamenteran îmze dan hev da ku Kurdên Êzidî ji Kurdan bên cihêkirin û wekî neteweyekî cuda bên qebûlkirin.

“Dixwazin derzekê li dîwarê Kurdayetiyê bixin”

Kesayetê Kurd ê Êzidî Seîd Cerdo bû mêhvanê bernameya Rûdawê ya ku Sîma Abxizir pêşkeş dike û mijar bi berfirehî nirxand.

Seîd Cerdo diyar kir, “Ew kes hewl didin komkujiyan veşêrin” û pê de çû:

“Armanc ew e ku komkujiyê perdepoş bikin û dixwazin Êzidî ji nasnameya xwe ya neteweyî dûr bikevin.

Dixwazin derzekê li dîwarê Kurdayetiyê bixin û Êzidiyan ji Kurdbûn û Kurdistanê dûr bikin.”

Seîd Cerdo anî zimên, ew kesên ku hewl didin Êzidiyan wekî miletekî cuda nîşan bidin ne nûnerên Êzidiyan in û nikarin li ser vê mijarê biryarê bidin û nikarin tiştekî li ser wan ferz bikim.

Kesayetê Kurd ê Êzidî Seîd Cerdo amaje pê kir ku hemû metnên pîroz ên Kurdî Êzidî, herwiha hemû qewl, ayîn û diayên wan jî bi Kurdî ne.

Seîd Cerdo destnîşan kir ku kesên hewlên guhertina nasnameya Êzidiyan didin vê yekê ne ji bo xatirê wan dikin û dixwazin wan ji nasnameya dûr bikin.

“Me nasnameya xwe ya olî û neteweyî wekî du rihên di cesedekî de parastiye”

Seîd Cerdo ragihand ku Êzidî bûne parêzvanê ziman, çand û nasnameya Kurdî û got:

“Êzidiyan ji destpêka dîrokê heta bi îro nasnameya Kurdî parastiye.

Em şanaz in ku me kariye nasnameya xwe ya olî û neteweyî wekî du rihên di cesedekî de biparêzin û em bi vê şanaz in.”

Parlamenterê Nînowayê Nayîf Xelef Sîdo 18ê Çiriya Paşîna 2023yan nameyek ji Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran re şandibû û jê xwestibû ku fermanê bide saziyên fermî ku Êzidiyan wekî ol û neteweyekê binirxînin.

 Dr. Kazim Kerîm 5ê Adara 2024an li ser navê Encûmena Wezîran bersiv da nameya Nayîf Xelef Sîdo û destnîşan kir:

“Êzidîtî di destûrê de wekî dîn hatiye destnîşankirin, di destûrê de ti nîşaneyên netewbûna wan nînin.”

Kurdbûna Êzidiyan

Derbarê Kurd bûna Êzidiyan ji bilî rastiyên niha, gelek belgeyên dîrokî hene ku li vê derê em dê tenê beşekê ji wan diyar dikin:

-Her du pirtûkên pîroz yên “Cîlwe” û “Mishefa Reş” bi ziman û tîpên Kurdî ne.

-Dîroknasê Kurd Şerefxan Bedlîsî di pirtûka Şerefnameyê de, ku di navbera salên (1597-1599) de nivîsandiye dibêje Êzdî Kurd in.

-Salnameya dewleta Osmaniyan, di yekemîn salnameya ku sala 1847an de derxistiye de Êzidî wekî Kurd dane nasandin.

-Rapora Lîjneya Lêkolînê ya derbarê Mûsilê, ku sala 1925an hatiye amadekirin dibêje: Êzidî bi Kurdî diaxivin û îbadeta xwe bi Kurdî dikin.

-Dîplomatê Brîtanî Mark Sykes ku di navbera salên (1879-1919) de jiyaye gotiye, “Êzidî bi Kurdî diaxivin û bi wî zimanî îbadeta xwe dikin û li gorî wan Xwedayê wan bi Kurdî diaxive.”

-Daîretulmearîfa Îslamî amaje bi wê yekê kiriye ku nîştecihên Şingalê Kurdên Êzidî ne.

-Di nexşeya komeleya erdnîgariya şahane ya Brîtanyayê ya sala 1910an de Kurd û Êzidî bi yek rengî hatine nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst