Nasnameya sê gerîlayan hat eşkerekirin

07-06-2024
Nîşan Gerîla HPG Nasname Avaşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya sê gerîlayên ku li Avaşînê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê diyar kir ku her sê gerîlayan 7ê Hezîrana 2020î li Avaşînê canê xwe ji dest daye û got:

“Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn li dijî kesayeta koletiyê ya ku ji aliyê dijmin û hevkarên wê ve dihat ferzkirin, şer îlan kir û wan nûneriya sekna Kurdê azad kir.”

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:

Serxwebûn Sêrt: Navê wê yê fermî Îrfan Ayhan e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Şerker Botan: Navê wî yê fermî Bextiyar Abdullah e ew ji Silêmaniyê ye.

Xemgîn Amûdê: Navê wî yê fermî Mahîr Xerîb e û ew ji Amûdêya Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniyê; Serxwebûn Sêrt sala 2013an, Şerker Botan û Xemgîn Amûdê jî sala 2016an tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst