Tuncer Bakirhan: Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye

07-06-2024
Nîşan Colemêrg Qeyûm Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li navçeya Geverê ya Colemêrgê got, “Qeyûm ne çare ye û ne jî çareserî ye. Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û şandeya pê re Şaredariya Geverê û esnafên bajêr ziyaret kirin.

“Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye”

Tuncer Bakirhan piştre daxuyaniyek da çapemaniyê û got:

“Qeyûm ne çare ye û ne jî çareseriye. Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye.

Em careke din hişyariyê didin AKPye, qeyûmê xwe vekişînin. Nêrîna xwe ya qeyûman bi dawî bikin.

“Îradeya gelê Kurd diyar e”

Eger bi rastî hûn dixwazin pirsgirêkan çareser bikin îradeya gelê Kurd diyar e û em ji nîqaşê re amade ne.

Lê heke hûn bibêjin em di polîtîkaya qeyûman de bi israr in, em dê jî li ber xwe bidin.”

“Îsraîlê ev bi serê Filistînê de neaniye”

Li hêla din, Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî jî çalakiyên DEM Partiyê dişopîne.

Dayîkên ku tevî çalakiyan dibin ev peyam dan:

“Em di binê zilmê de ne, hebsiyên me hemû mirin. Ev çi ye?

Îsraîlê ev bi serê Filistînê de neaniye. Me Kurdan çi kiriye?”

Welatiyekî bal kişand texrîbata ku qeyûman li Geverê kiriye û got:

“Qeyûm Gever talan kiriye, qeyûman em 35 salan qerdar kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst