Doza Malbata Şenyaşaran: Fadil Şenyaşar nehat berdan

07-06-2024
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşaran Doz Fadil Şenyaşar Omer Ocalan Emîne Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza Malbata Şenyaşaran de cardin Fadil Şenyaşar nehat berdan û dadgehê doz taloqî 19ê Tîrmenê kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan got, “Li ser malbata Şenyaşaran teror hat meşandin!”

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê ji aliyê zêrevan û xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Piştî bûyerê doz hat vekirin û kurekê din ê Emîne Şenyaşarê, Fadil Şenyaşar 6 sal in di çarçoveya dozê de girtî ye.

30kes tên darizandin

Di doze de 4 jê girtî bi giştî 30 kes tên darizandin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarê ku di êrîşê de birîndar bûbû ji bo edalet pêk were û tawanbar bêne girtin, ji 9ê Adara 2021ê ve dest Nobeta Edaletê kirine.

6emîn rûniştina Doza Malbata Şenyaşaran li 3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin.

Fadil Şenyaşar bi rêya Sîstema Deng û Reng ji girtîgeha Xarpetê beşdarî dozê bû.

Bertawanên din Enver Yildiz, Mîkaîl Şîmşek û  Celal Yildiz ji girtîgehên ku lê girtî bi heman sîstemê beşdarî doze bûn.

Emîne Şenyaşara ku bi mehan e ji bo berdana kurê xwe li pêş Wezareta Dadê  ya Tirkiyeyê dest bi nobeda edaletê kiriye û kurê wê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyşar ligel hejmarek berpirsên DEM Partiyê beşdarî dozê bûn.

“Kurê min berdin û em vegerin mala xwe”

Emîne Şenyaşar û parêzerên Malbata Şenyaşaran xwest ku Fadil Şenyaşar bê berdan.

Emîne Şenyaşarê ji dadwer re got, “Kurê min berdin û em vegerin mala xwe yan ez dê li ser çalakiya xwe ya li Enqereyê berdewam bim.”

Ferît Şenyaşar jî got ku wan 6 sal in taziya xwe dananîne û got:

“Li vê derê dayikek heye ku hemû malbata wê hatiye belavkirin.

Kurekî wê bi awqayekî neheq girtî ye. Ev dayik 6 sal in li benda zarokê xwe ye.

Keça Fadil (Fadil Şenyaşar) 6 mehî bû niha 6 salî ye û li benda bavê xwe ye.”

Doz hat taloqkirin

Dozger ji xwest ku girtîmayîna Fadil Şenyaşar û kesên din berdewam be.

Piştre heyeta dadgehê biryar da ku proseya girtîmayîna her 4 kesên ku girtî tên darizandin berdewam be û rûniştina dozê taloqî 19ê Tîrmeha 2024an kir.

“Neheqiyeke mezin li ser vê malbata me tê meşdandin”

Şandeyeke Parlamenterên DEM Partiyê ku ji Omer Ocalan, Meral Daniş Beştaş û Ayten Kordu pêk dihat piştî biryarê li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê çû serdana Emîne Şenyaşarê.

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê nerazîbûn li hember biryara dadgehê nîşan da û got:

“Teror li ser malbata Şenyaşaran hat meşandin! Neheqiyeke mezin li ser vê malbata me tê meşdandin.

Malbat dibêje lawê me berdin daku em şîna xwe deynin. Ji ber ku ev 6 sal in hîn şîna xwe dananîne.”

Bûyera Malbata Şenyaşaran

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê ji aliyê zêrevan û xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Kurê wê Ferît Şenyaşarê ku niha Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) yê Rihayê ye di bûyerê de birîndar bûbû.

Piştî wê bûyerê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Dadgeha Rihayê dest bi “Nobeda Edaletê” kir.

Piştî hilbijartinên Gulana 2023yan dema ku Ferît Şenyaşar bû parlementer wan çalakiya xwe veguhast ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê.

Roja 26ê Tîrmeha 2023yan di roja 49an a çalakiyê de Wezîrê Dadê bi malbatê re hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê wan çalakiya xwe rawestand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst