Li Cizîrê 2 kes hatin desteserkirin

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Cizîr Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser çend cihan de girtin û 2 welatî destser kirin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an di demjimêrên sibehê de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtine û 2 welatiyên bi navên A.R. û M.R. destser kirine.

Sedema destserkirina wan nayê zanîn, lê belê herdû kesên destserkirî bo Fermandariya Cendermeyan a Cizîrê hatine birin.

Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê car bi car li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi ser malên welatiyan de digirin û hejmareke zêde ya welatiyan bi hinceta “peywendiya ligel rêxistinê” destser dikin ku piraniya wan endam û rêveberên HDPê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst