Li Sêrtê teqîn: Leşkerek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Osiyan a navçeya Berwarî ya Sêrt a Bakurê Kurdistanê di encama teqîna mînekê de leşkerek birîndar bû û hat diyarkirin ku li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

Teqîna mînê îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an di dema derbasbûna leşkeran de li derdora gundê Osiyan a Berwariyê qewimî. Di dema derbasbûna leşkeran de di encama teqîna mînekê de leşkerek birîndar bû.

Leşkerê birîndar bi helîkopterê birin Fermandariya Komando ya 3emîn a Sêrtê ji wir jî bi ambulansê birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya leşkerê birîndar baş e.

Piştî teqînê li herêmê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.