Li Kobaniyê 10 hektar zeviyên genim û ceh şewitîn

07-06-2023
RÛDAW
Şewata li zeviyên çandiniyê yên Kobaniyê.
Şewata li zeviyên çandiniyê yên Kobaniyê.
Nîşan Kobanî Rojava Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê 10 hektar zeviyên genim û ceh şewitîn.

Bûyerên şewitîna zeviyên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê îsal jî berdewam in.

Li gor zanyariyên Rûdawê, duh Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an li gundê Metîna yê ser bi Kobaniyê ve agir bi zeviyên çandiniyê yên genim û ceh ket.

Di encama şewatê de 10 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn.

Li gorî dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, xelkê wî gundî û gundên derdorê bi hewldanên xwe yên şexsî agir vemirandine.

Di dîmenan de xuya dibe ku welatiyan traktor û tankerên avê anîne û hejmarek welatî di nav zeviyên şewitî de hewl didin agir kontrol bikin.

Roja 25ê Gulana îsal jî li Kobaniyê agir bi zeviyên çendiniyê yên çend gundan ketibû û di encamê de 100 hektar zeviyên çandiniyên yên cotkarên herêmê bi temamî şewitîbûn.

Zeviyên ku di bûyerê de şewitibûn, zeviyên cotkarên gundên Keleh, Omerak, Feyad, Xerab Xel, Kerk û Zinarê Qel ên girêdayî Kobaniyê bûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst