PKKê derbarê cerdevanê hatibû kuştin de daxuyaniyek belav kir

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Mustafa Erdem Cerdevan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PKKê berpirsyariya êrîşa ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku tê de cerdevan Mustafa Erdem hatibû kuştin, girt ser xwe.

Roja Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li taxa Sûrê ya kolana Aydinlik a navçeya Cizîrê cerdevanê bi navê Mistefa Erdem derdora demjimêr 21:00an de di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hatibû û di encamê de cane xwe ji dest dabû.

Piştî êrîşê otomobîla ku Mistefa Erdem tê de bû hat şewitandin.

Parêzgariya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê derbarê kuştina cerdevan Mustafa Erdem ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hatibû daxuyaniyek belav kiribû û bûyerê wek "êrîşa terorê" nirxandibû.

Herwiha hate ragihandin ku cenazeyê Mustafa Erdem li bajarokê Dergûl hate veşartin.

Ji HPGê daxuyanî

Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku êrîş ji aliyê “yekîneyên girêdayî wan” ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya HPGê de hat destnîşankirin ku Mustafa Erdem ê di sala 1980'an de li Şirnexê ji dayik bûye, di operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê de cih girtiye û di heman demê de fermandarê koma ku xwe weke "Tîma Xencerê" dide nasîn bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst