Erdogan û Zelensky peywendiyeke telefonî pêk anîn

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Volodymyr Zelensky Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê di peywendiyeke telefonî de geşedanên şerê Rûsya û Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.

Di peywendiyê de Erdogan diyar kir ku ji bo lêkolîna berfireh a teqîna li Bendava Kakhovkayê bi beşdariya pisporên aliyên şer, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ku Tirkiye jî di nav de ye, komîsyonek dikare bê avakirin.

Erdogan anî ziman ku wek Tirkiyê ew amade ne ku di vî warî de çi ji destê wan tê bikin û weke korîdora dexlûdan dikarin rêbazeke danûstendinan bişopînin.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku bi dirêjahiya şer û pevçûnan ne mimkûn e ku rê li ber kuştina mirovan bê girtin, ji ber vê yekê divê fikra vegera li muzakereyan serdest be û dê hewldanên xwe yên ji bo dabînkirina aşitiyeke dadmend bi biryarî berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst