HAT NÛKIRIN - Li Hewlêrê 3 kes bi kêrê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêr a paytext 3 kes bi kêran hatine kuştin û li gor zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê “Polîs û asayîşê ji bo lêkolîna bûyerê tîmeke bilez ava kirine.”

Nûçegihanê Rûdawê Behrûz Fereydûn ragihand, îro li Taxa Mamzawa ya bajarê Hewlêrê di navbera hejmarek kesan de bi kêran şer derketiye û li gorî zanyariyên destpêkê “şeva borî 3 kes bi kêran hatin kuştin û îro cenazeyên wan hatin dîtin.”

Malbata kesên ku hatine kuştin li nêzîkî mizgeftekê ye ku meleyê mizgeftê rojane ji wan kesekî didît, mele ji Rûdawê re got, “Ew karesata ku li taxa me qewimiye, bi rastî jî dil dişewitîne, ez navên wan nizanim lê mêrekî 60 û 70 salî û jineke 50 û 60 salî ne. Mêrik Kurd û jin jî Ereb e, zarokê wan jî kurekî derdora 10 salî ye.”

Meleyê mizgeftê her wiha anî ziman, “Mêrik bi berdewamî dihate mizgeftê lê me îro ne ew ji bo nimêja sibê û ne jî ji bo nimêja nîvro dît, ji ber vê yekê dibe ku ew karesata berî nimêja sibehê qewimîbe.”

Meleyê mizgeftê da zanîn ku malbat nêzîkî 2 mehan e li taxê dijîn û got “Zilamê malê her roj zû dihat, li aliyê rastê rûdinişt û ji ber ku lingekî wî netemam bû bi gopal dimeşiya. Kesekî bê pirsgirêk bû.”