Sakik bersiva îddiayên Kiliçdaroglu da

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik Partiya Çepên Kesk (YSP) Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê Sirri Sakik bersiva îddiayên Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdardoglu yên li dijî xwe da ku di bernameyekê Youtubê de Sakik bi wê yekê tohmetbar kiribû ku “xizmeta dewleta Tirkiyê” dike. Sakik ji Kiliçdaroglu daxwaz dike ku van îddiayên xwe piştrast bike eger na  dê  serî li dadgehê bide û gilî tomar bike.

Di pêvajoya propgandeya hilbijartinên parlamenterî û Serokkomariyê de, Parlamenterê YSPê Sirri Sakik di daxuyaniyeke xwe de banga piştevaniyê bo berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu kiribû.

Sakik di heman peyama xwe de ameje bi wê yekê jî dabû ku eger Kemal Kiliçdaroglu bibe Serokkomar dê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bike.

Ev peyama Sirri Sakik di pêvajoya propagandaya hilbijartinan de bû sedema karvedanan û ji aliyê desthilatê ve li dijî Kiliçdaroglu hat bikaranîn.

Kemal Kiliçdaroglu jî çend roj berî gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariyê roja 25ê Gulana 2023an di bernameyeke YouTubê de karvedan nîşanî parlamenterê YSPê Sirri Sakik dabû û ew bi wê yekê tohmetbar kiribû ku “peywendiyên wî ligel dewleta Tirkiyê hene û xizmeta wê dike.”  

Parlamenterê YSPê Sirri Sakik roja Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiva Kemal Kiliçdaroglu da.

Sirri Sakik dibêje: “Birêz Kiliçdaroglu we berî hilbijartinên gera dûyem şexsê min bi tohmetên giran tohmetbar kir. Min ji ber hestiyariya proseyê û hêviya gel xwest ku bersiva vê bimîne piştî hilbijartinan. We got em dê desthilatê bi zimanê wê têk bibin û  xwe bo netewperestan şirîn bidim xuyakirin, lê tişta ku ji me re maye zimanê we yê îftirayê ye ku ti peywendiya wê bi rastiyê re nîne. Tevî banga me ya eşkere û karkirina me ya bi salan li Parlamentoyê we gotinên xwe sererast nekirin.”

Sakik di beşeke din a peyama xwe de gotinên Kiliçdaroglu yên li dijî xwe weke “zimanê medyaya şerê taybet” bi nav dike û dibêje: “Min wê demê li Agirî ji bo gera dûyem a hilbijartinan xebatên hilbijartinê dimeşandin û di heman demê de min nûçeya wergirtina 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê wergirtibû. Niha ez dixwazim çend tiştan li îdddiaya we (Kiliçdaroglu) zêde bikim. Dema hûn di salên 1990an de borukratê SSKê bûn, gundên me hatibûn şewitandin, hevalên me û gelê me hatibû komkujkirin. Me di bîrên asîtê de û li gorên bikom kesûkarên xwe destnîşan dikirin. Ez hêvîdar im ew borukratên “rast û bi namûs” ên ku bo we zanyariyên “kûr” tînin ev zanyarî jî ji we re anîbin.”

Di dawiya peyama xwe de Parlamenterê YSPê Sirri Sakik bang li Kemal Kiliçdaroglu dike ku bi belge van îdiayên xwe yên li dijî wî îspat bike û got: “Berovajî vê hûn (Kemal Kiliçdaroglu) dê li dadgehê hesabê bidin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst