Nizamettîn Ariç nerazîbûn li hemberî ATVê nîşan da: Cîhan we bi hovitiyê nas dike

Hewlêr (Rûdaw) – Nerzîbûnên li hemberî rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" a kanala ATVê ku di beşa xwe ya hefteya borî de, heqaret li Herêma Kurdistanê û Kurdan kiribû, berdewam in. Herî dawî Hunermendê navdar Nizamettin Ariç jî nerazîbûna xwe nîşan da û got ku sîstema Tirkiyê li ser nijarperestiyê avabûye û ew cîhan wan bi hovitiyê nas dike.

Di beşa vê hefteyê borî ya rêzefîlma "Gurê Bitenê" de ku li ser kanala ATVyê hat weşandin, statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê dike hedef û di rêzefîlmê de li dijî Kurdan û Herêma Kurdistanê heqaret tê kirin û gotinên biçûkxistinê hatine bikaranîn.

Ev yek bû sedema ku hinek karvedan li pey xwe bîbe û hejmareke kesayet û siyasetmedaran nerazîbûna xwe li hemberî wê rêzefîlm û kanalê nîşan dan.

Yek ji kesên ku nerazîbûna xwe nîşan da Hunermendê navdar Nizamettin Ariç e.

Nizamettin Ariç li ser hesabê xwe twitterê dibêje: “Sîstema we li ser nijarperestiyê avabûye; ji dîroka we bêhna nijadperestîye tê, ji bin hûner, wêje û derewên we ên demokrasiyê de nijarperestî derdikeve, dinya jî we weha nasdike, û yek jî bi barbariya we. Wekî din, merîfetek we ji bo xizmeta pêşketina mirovahiyê heye?

Hinekî jî li dîroka xwe ya van 300 salan mêyze bikin, hûn li hember kî bi serketin, an jî kî li hember we biserneket?”

Ariç dide zanîn ku Tirkan 25 caran li hemberî Rûsan şer kiriye û hemû caran Tirk binketine û dibêje: “Hercar encam ji wer e bû travma, kerem bikin carek din biceribînin, heyfa xwe bistînin, çima na?

Ev sed sal in hûn ji quncika ku tê de asê bûne dikarin tenê êrişî Kurdan bikin!. Dawiya vê yekê jî dê were, vê rêyê jî hûn bixwe vedikin.  De hadê, Xwedê nijadperestiya we zêde bike…”