Li Qersê pizîşkek hat birîndarkirin

07-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê Neştergeriya Dil û Demar Dr. M.E ku li Nexweşxaneya Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê xizmetê dike, ket ber êrîşeke bi kêrê û hat birîndarkirin. Birîndarkirina pizîşkê navborî bû sedema nerazîbûna hevpîşeyên wî yên li heman nexweşxaneyê.

Pisporê Neştergeriya Dil û Demar Dr. M.E ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê xizmetê dike û berî sê mehan bi awayekî demkî hatiye Nexweşxaneya Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê, şevê din li nêzîkê mala xwe ket ber êrîşeke kesekî nenas û hat birîndarkirin.

Êrîşkar reviya û li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, pizîşkê birîndar ji aliyê tîmê tendirûstiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Piştî wergirtina çareseriya pizîşkî pizîşkê birîndar bo malê hat şandin. Ji ber bûyerê hejmarek pizîşk li ber Nexweşxaneya Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê kom bûn û nerazîbûna xwe pêşandan.

Li ser navê pizîşkan Nûnerê Sendîkaya Pizîşkan a Bajêr (Hekim-Sen) Dr. Înanç Artaç ragihand ku vê bûyera xirêt şermezar dikin û got: “Hevpîşeyê me ku karê bi dil û can dike, girîngiyeke zêde dide nexweşan û şev û roj 24 demjimêran hewl dide xizmetê bike, berî demekê ji aliyê kesekî bi çek ve hatibû tehdîdkirin, mixabin doh jî ketiye ber êrîşeke bi kêrê. Em nizanin ev çendîn êrîş e ku li beramber karmendên tendirûstiyê tê kirin, lê hêvîdar in a dawî be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst