Li Herêma Kurdistanê astengiyên li pêşiya nexweşên penceşêrê yên Rojava
Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşên penceşêrê yên Rojavayê Kurdistanê ku pêwîstiya wan bi dermankirinê hene, gelek ji wan ji bo çareseriyê neçar in werin Başûrê Kurdistanê, lê rastî gelek astengiyan tên.
Gulîsan ku xelka Rojavayê Kurdistanê ye 11 meh in rastî nexweşiya penceşêra pêsîrê hatiye. Lê ji ber nebûna beşek ji çareseriyên wê li Qamişlo, wê berê xwe da Herêma Kurdistanê û niha li Kampa Quştepe dimîne û ji her 20 rojan çareseriya kîmyawî li nexweşxaneya Nanekelî werdigre.
Suad Elî jinapa Gulîstanê dibêje “Li Rojava zehmet e dermanên kîmyevî her wextê peyda nabe. Gelek caran kemoterapî/lazer ji zêde payda nabe. Li gorî min fêm kiriye lazera wê jî ne ya giştî ye. mecbûr me ew anî vê derê.
Li gor malbata Gulîstanê, ji bilî êş û azarên derziyên kîmyawî, li vir nexweşên penceşêrê rastî astengiyên belgeyan dibin, ku bare nexweş giran dike.
Suad Elî got jî “Di despêkê de em dixwazin wê li ser forma birayê zêde bikin, ji ber ku heta niha ev 11 meh in li cem birayê xwe dimîne. Em dixwazin rêxistinên tendirûstiyê taybet yên penceşêrê navê binivîsînin. Rewşa wê ne gelek baş e.”
li gor Dr. Danîş ku pispor e bi nexweşiya penceşê de û niha li Qamişlo dimîne di van çend salên Dawiyê de, nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê 2 heta 3% bilind bûye û sedem jî vedgere ji pisbûna jîngehê û hebûna parzûngehên destkird li deverên wan.
Pisporê nexweşiyên penceşêrê Dr. Danîş Hac Îbrahîm diyar kir “tişt li vê derê hê tinin, ji ber vê yekê jî xelk diçin Şamê an jî Kurdistanê. Kemoterapî li cem me peyda nabe. Sûretên deqîq hene ku ji wan re dibêjin pêtiskan ew jî li vê derê tinin. Carna nexweş ji bo wê derin cihên din. Ya din jî dermanên ku li wê derê hene û li vê derê tinin ku hebin jî gelek biha ne.”
Tevî mandîbûna li ser serûçavê Gulîstan diyar, lê wê ta niha hêviyên xwe bi çareseriya temem nebiriye.
Li gor Dr. Danîş nexweşên wekî Gulîstanê ku penceşêra pêsîrê hene pişka şêr ji nexweşên penceşêr werdigrin piştre penceşêra singe tê.