Serokê HUDA-PARê bo Rûdawê: Bi HDPê re tifaq zehmet e

07-06-2022
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR Zekeriya Yapicioglu PKS Mesut Tek HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu got ku ew dikarin bi partiyên din re tifaqê bikin, lê ne pêkan e ku bi HDPê re tifaqê bikin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, li Amedê serdana Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu kir.

Yazicioglu piştî hevdîtinê daxuyanî da û got ku siyaset hunera çareseriya pirsgirêkan e.

Yapicioglu destnîşan kir ku divê çareserî bi mayîna li ser bingehên rewa bên dîtin wiha got “Yên ku tenê ji mezinbûna pirsgirêkan têr dibin û li pêşeroja xwe yê siyasî difikirin û çareserî nabînin, ji bo neçareseriyê dilîzin. Ew ne di rojeva me de ne. Ew difikirin ku dibe ku ew wê rêya ku ketinê rast e ê lê dawiya wê rêyê tine.”

Yapicioglu diyar kir ku pirsgirêkên Tirkiyeyê hene û divê bên çareserkirin û dibêje “Yek ji pirsgirêkên herî bilez, şewat û tekez bê çareserkirin pirsgirêka Kurd e. Pêwîste ev pirsgirêk di zûtirîn dem de li ser esasê edaletê bê çareserkirin. Ji bo çareseriya vê jî divê bê şert û merc û bêyî bê paşxitin daxwazên rewa bên bicihanîn. Divê bi tu awayî mafên bingehîn neyê muzakerekirin.”

Herwiha Yapicioglu diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi guhertina destûra bingehîn heye û got “Tirkiye hê jî bi desrûra bingehîn a cuntaya leşkerî ya 12ê Îlonê tê birêvebirin. Ev şerm demeke dirêj e didome. Niha divê em ji vê şermê xilas bibin.”

“Li gorî min HDP di vê mijarê de ne xwedî îrade ye”

Yapicioglu li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci ya ku “gelo pêkab e bi HDPê re tifaqê bikin yan na” Yapicioglu wiha bersiv da:

“Li gorî mîn HDP ne xwedî îrade ye. ji ber wê ez bawer dikim kîjan partî bi HDPê re rûnê, eger tifaqêkî pê re çêbike jî emrê wê tifêqê ne dirêj e. Di wê hilbijartina 2018an de hinek kesên ku bi wan re hereket kirin rûniştin di nav hefteyekê de dîtin ku helwesta HDP çewa hate guhertin. Ji ber wê ez bawernakim ku em karibin bi HDPê re tifaqê bikin. Îro ew zemîn tineye, ji ber ku HDP ne xwedî îrada xwe ye, îrada wê ne di destê wê de ye. Ji bo partiyên din jî, em ê serdana hev bikin, îhtimal heye ku ji bo hilbijartinan tifaqek çê bibe, lê bi HDPê re zehmet xuya dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst