Nêçîrvan Barzanî bo derçûyên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê: Hûn serkirdeyên paşeroja vî welatî ne

07-06-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Duhok Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êvariya îro Sêşemê li Dihokê di merasima derçûna zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir. “Hûn hêviya paşerojê û serokên paşerojê yên vî welatî ne, dema ez ciwanên wek we dibînim, em di we de hêviya paşerojeke geştir a welatê xwe dibînin.”

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna di merasima derçûyê de nîşan da û ji derçûyan re got “Germî û ji dil pîrozbahî û destxweşiyê li we dikim ji bo mandîbûn û zehmeta ku we di rêka serkeftinê de kişandiye. Îro her yek ji we çîrokeke serkeftinê ji bo Kurdistanê tomar dike. Her yek ji we cihê şanaziya me hemûyan e. Em Şanaziyê bi we dikin.  

Îro Sêşemê bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dihokê merasima derçûna Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê birêve diçe.

Axaftina Serok Nêçîrvan Barzanî di merasima derçûna zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê:

Em Şanaziyê bi we dikin. Hûn hêviya paşerojê, serkerdeyên paşeroja vî welatî ne. Dema ku ez gencên wekî we dibînim hêvî û omêda paşerojeke geştir ji bo welatê me em di we re dibînin. Hebûna we, gihîştina we bo vê astê şadiyê dixe dilê me hemûyan. Baweriyeke zêdetir bo me çêdibe bo paşeroja welatê me li Kurdistanê. Dema îro ber bi qonaxeke kar û pirsa gav diavêjin, pêdiviye her gav spasdar bin ji bo şansê ku we heye. Spasdar bin ji bo bav û bapîrên xwe. Ew şansê wan nebû lê ew şans dane we. Wan xebat û Pêşmergayetî kir, bi canê xwe bi xwîna xwe berevanî li welat û azadiya vî welatî kirin, da ku îro hûn azad bin û bikaribin li welatê xwe li zanîngehê bixwînin.

Şerefmend im îro li bajarê Duhokê dibînim Zanîngeha Amerî li Duhokê bi serkeftî û sal bi sal berev diçin û kadroyên perwerde dikin ji bo vî welatî. Pêwîst e zorî û zehmetiya wan bizanibin çi cara zehmetiyên bav û bapîrên xwe ji bîr nekin, ku azadiya îro berê xwîn û renc û xebata qurbaniya xebat wan e, ya wan şehîdan e, ya zehmeta wan e ku îro em berhemên wê dibînin. Bi azadî û kêfxweşî em bi hev re ahenga derçûna van xoşewîstan dikin.

Heta niha wan erken xwe bi hemû dilsozî bich anîne. Ax û azadiya vî miletî parastin. Îro pêdiviye hûn jî bi dilsozî di hemû warên jiyanê de dest bavêjin xizmeta millet û welatê xwe. Bi zanist û zanîn û merîfet ku we bidest xistiye pêdiviye gelek serkeftinên mezin tomar bikin. Rolên xwe yên karîger û dahêner bo avakirina welatê xwe pêşvekrina civaka Kurdistanê bibînin.

Hûn êdî dibin dînamoya pêşvebirina vî welatî. Pêdiviye hûn bibin hêvêynê pêşketina civakî, zanistî û merîfetê. Pêdiviye sîstemên rêvebirinê û civakê bo asteke gelek bilind ji ya îro bibin. Ev ne erkekî bi sanahi ye lê pêdiviyê hûn kol nedin û serkeftina her wekî çewa we kol neda we şev û roj kirine yek û bi şeweyekî serkeeftî qonaxa xwendinê derbas kir, lazim e di vê qonaxa din de jî hûn derbas bikin û bi xweşî û serfirazî xizmeta welatê xwe bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst