Li Dêrika Hemko 10 hektar zeviya genim şewitî

07-06-2021
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Dêrika Hemko Zeviyên Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrika Hemko li bakurê rojhilatê Rojavayê Kurdistanê 10 hiktar zeviya genim li herdû gundên Çem Şeref û Zihêriya Jorîn şewitîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, di dema ku patozê zeviyên genim di navbera herdû gundên Çem Şeref û Zihêriyê ya Jorîn de diçinî, çirûskeke agir ji patozê derket.

Li gor ji ber wê çirûskê, agir bi zeviya genim ket û piştre agir berfireh bû di encamê de 10 hektar zeviya genim şewitî.

Şewata li zeviya genim ku gelek berfireh bûbû, bi alîkariya tîmên agirvemirandinê û xelkê deverê, hat kontrolkirin.

Di dema dawî de, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê û herêma Kobanî bi sedema agirpêketinê zêdetirî 30 hektar zeviyên genim şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst