Silêman Oso: Rewş ji bo destpêkirina danûstandinan erênî ye

07-06-2021
RÛDAW
Danûstandin di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de zêdeyî 9 mehan e rawestiyane
Danûstandin di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de zêdeyî 9 mehan e rawestiyane
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Diyaloga Kurdî-Kurdî ENKS PYNK Silêman Oso
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmen Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwazê li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendê wê dike ku bi cidî bêne ser maseya danûstandinan.

Dibe ku vegera şandeyên Encûmena Niştimaniya Kurd û Partiyên Yekîtiya Niştimanî li maseya diyaloga Kurdî-Kurdî nêzîk be. Şanderê Amerîkî ji bo navbênkariya herdu aliyan û serpereştiyariya danûstandinên wan hewlên xwe ji bo vegerandina herdu aliyan bo ser maseyê zêde kirine.

Roja şarşema rabihurî, David Brownstein ligel şandeyeke ENKS civiya û ev mijar gotûbêj kir.

Li gorî zanyariyên taybet ku Rûdawê bi dest xistine, di civînê de, ENKS daxwaza ragirtina daxuyaniyên li dijî Encûmenê, ragirtina desteserkirin û lêpirsînan li dijî endamên ENKS û destpêkirina danûstandinan ji cihê ku lê rawestiyabûn kiriye, her weha nameyek di vê derbarê de arasteyî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Brownstein soz daye ku kar ji bo rêxweşkirinê li pêş destpêkirina danûstandinê bike û bersiva Mazlûm Kobanî, di rojên nêzîk de radestî ENKS bike.Brownstein soz daye bersiva Mezlûm Ebdî radestî ENKS bike

Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanî û Eendamê serokatiya ENKS Silêman Oso, ku di heman demê de endamê şandeya danûstandinkar ligel PYNK, di dema beşdarbûna li bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê got, Amerîkiyan soz dane ku nehêlin tiştên ku berê bûne sedema rawestandina danûstandinan dubare bibin.

Silêman Oso herwiha diyar kir ku keşûhewa ji bo destpêkirina danûstandinan erênî ye, û daxwaz ji aliyê hember kir ku ceddî be.

Di herdu qonaxên yekem û duyem de, herdu aliyên danûstandinkar li ser nêrîneke siyasî hevbeş, pêkanîna lêvgereke siyasî Kurdî û hin xalên girêdayî rêveberiya hevbeş li hev kiribûn. Lê ji bêhtirî 9 mehan ve, danûstandin di navbera wan de rawestiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst