Cenazeyê keçeke 16 salî ya Efrînî hat dîtin

07-06-2020
RÛDAW
Ew keça Kurd ji aliyê grûpa Sultan Murad ve hatibû revandin
Ew keça Kurd ji aliyê grûpa Sultan Murad ve hatibû revandin
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê keçeke Kurd ku ji aliyê grûpa Sultan Murad ve hatibû revandin, îro li derdora Ezazê hat dîtin.

Çavkaniyeke taybet ji nahiyeya Şera ya herêma Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku îro Yekşemê 7ê Hezîran 2020an, termê keçek Kurd li nêzîk Ezazê hatiye dîtin.

Termê keça kuştî, li nav zeviyekî li nêzîk gund Firîziyê ser bi Ezazê ve li navçeyên di bin destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hatiye dîtin.

Derbarê vê yekê de Endamê Desteya Rêveberiya Yasayî ya Kurd li Almanyayê Husên Naso ji Rûdawê re ragihand ku grûpeke li ser Sultan Muradê ve ew keça Kurd revandine û ew  ne yekem car e ku ew grûpa çekdar kiryarên bi rengî dike.

Husên Naso amaje kir ku ew tiştên bi destê wê grûpa çekdar têne kirin tawanên mezin in li beramberî gelê Kurd.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî dibêje ew termê keça 16 salî Melek Nebî Xelîl Cuma ye ku 23yê Gulana 2020an ji aliyê çekdarên grûpa Sultan Murad ve hatibû revandin.

Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, grûp çekdar ên li herêma Efrînê gelek caran li binpêkirinên weke kuştin û revandin û guhertina demografiyê li hemberî xelkê resen ê Kurd li herêmê kirine.

Herwiha Berdevekê Komeleya Jîn û çalakvan Ciha Koro jî li ser hesabê xwe yê twittirê nûçe piştrast kiriye û dibêje Melek Nebîh Xelîl Cuma ji gundê Dêrwîş yê navçeya Şera ye û ew ji aliyê çekdarên grûpa Sultan Murad a girêdayê Tirkiyê ve hatibû revandin.

Li ser heman mijarê Seroka Encûmena Cîbicîkar a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di twittera xwe de dibêje kuştina keça 16 salî ya bi navê Melek Nebî Xelîl Cuma bi destê çekdarên opozisyona Sûriyê bûne qaşê jê re dibêjin “Artêşa Sûriya Azad”, lê bixwe “çekdarên hov in.”

Îlham Ehmed herwiha dibêje ji bo jinan stargeh bû, lê niha bûye kuştargeh (mezbaxane).

 

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji Rûdawê re diyar kir ku ji destpêka êrişa bo ser herêma Efrînê, zêdetirî 6 hezar kes hatine girtin û ji wan nêzîkî 3 hezar kesan çarenivîsa wan ne diyar e û zêdetirî 600 kesan ji wan jin in.

Herêma Efrînê di roja 18ê Adara 2018am de piştî êrişa berfireh a Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ketibû bin kontrola wan hêzan.

Ji dema ketina Efrînê ve û heta niha, gelek zanyarî ji nava Efrînê û bajarok û herêmên derdora wê tên, ku amaje bi binpêkirinên weke kuştin, revandin û bi guhertina sîstematîk a demografiya Efrînê û bi taybet bi erebkirina wê herêmê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst