28 sal bi ser koça dawî ya Rewşen Bedirxan re derbas bûn
Hewlêr (Rûdaw) – 28 sal li ser koça dawî ya rewşenbîra Kurd Rewşen Bedirxan re derbas dibe. Rewşen weku jineke Kurd rewşenbîr û çalak û nivîskar dihat naskirin.
Keçmîr û ronakbîra Kurd Rewşen Bedirxan keça Salih Bedirxan, diya wê Samya, di sala 1909an de li bajarê Qeyserî yê Tirkiyê ji dayik bû. Zûzûka tevî malbata xwe li Şamê qesidî û dema şeş salî bû bavê wê mir. Rewşen piraniya jiyana xwe di warê perwerde û mamostetiyê de derbas kir.
Rewşen Bedirxan sala 1935an bi pismamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewicî, kur û keçek ji wan re çêbûn: Rehmetiyê Cemşîd û Sînemxan.
Rewşen ne tenê jin, lê hevkara Celadet bû di karûbarên çand û rewşenbîriya Kurdî de wek kovara Hawarê û yên din. Mane Celadet jê re gotibû: “Were dotmam, bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.”
Rewşen li Şamê dijiya, xwedî kedeke berçav bû di warê konevanî û çandî de, lê sala 1972an li bajarê Banyasê hêwirî û heya roja xwe ya dawî li wir ma.
Rewşen, li ser gelê xwe yê kurd û êş û azarên wî hin pirtûk, lêkolîn û gotar bi zimanê erebî danîne. Di warê wergerê de jî kedeke mezin da. Ji berhemên wê: Hin Rûpel ji Wêjeya Kurdî – Bîranînên bavê wê Salih Bedirxan – Bîranînên Jinekê - Celadet Bedirxan wek min nas kir - Name ji Mustefa Kemal Paşa re, ji Tirkî wergerand Erebî. Bîranînên Min hêj destnivîs e û nehatiye çapkirin.
Rewşen Bedirxan roja 01.06.1992an de li Banyasa Sûriyê koça dawî kir lê li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî li Şamê li Mîr Celadet bû mêvan û bû para ax û xweliya sar.