28 sal bi ser koça dawî ya Rewşen Bedirxan re derbas bûn

07-06-2020
Besam Mistefa
Rewşen Bedirxan jineke rewşenbîr û çalak bû
Rewşen Bedirxan jineke rewşenbîr û çalak bû
Nîşan Rewşen Bedirxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  28 sal li ser koça dawî ya rewşenbîra Kurd Rewşen Bedirxan re derbas dibe. Rewşen weku jineke Kurd rewşenbîr û çalak û nivîskar dihat naskirin.

Keçmîr û ronakbîra Kurd Rewşen Bedirxan keça Salih Bedirxan, diya wê Samya, di sala 1909an de li bajarê Qeyserî yê Tirkiyê ji dayik bû. Zûzûka tevî malbata xwe li Şamê qesidî û dema şeş salî bû bavê wê mir. Rewşen piraniya jiyana xwe di warê perwerde û mamostetiyê de derbas kir.

Rewşen Bedirxan sala 1935an bi pismamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewicî, kur û keçek ji wan re çêbûn: Rehmetiyê Cemşîd û Sînemxan.

Rewşen ne tenê jin, lê hevkara Celadet bû di karûbarên çand û rewşenbîriya Kurdî de wek kovara Hawarê û yên din. Mane Celadet jê re gotibû: “Were dotmam, bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.”

Rewşen li Şamê dijiya, xwedî kedeke berçav bû di warê konevanî û çandî de, lê sala 1972an li bajarê Banyasê hêwirî û heya roja xwe ya dawî li wir ma.

Rewşen, li ser gelê xwe yê kurd û êş û azarên wî hin pirtûk, lêkolîn û gotar bi zimanê erebî danîne. Di warê wergerê de jî kedeke mezin da. Ji berhemên wê: Hin Rûpel ji Wêjeya Kurdî – Bîranînên bavê wê Salih Bedirxan – Bîranînên Jinekê - Celadet Bedirxan wek min nas kir - Name ji Mustefa Kemal Paşa re, ji Tirkî wergerand Erebî. Bîranînên Min hêj destnivîs e û nehatiye çapkirin.

Rewşen Bedirxan roja 01.06.1992an de li Banyasa Sûriyê koça dawî kir lê li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî li Şamê li Mîr Celadet bû mêvan û bû para ax û xweliya sar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst