Li Şirnexê şerê çekdarî: 2 kes hatin kuştin, 12 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyeke parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di navbera 2 malbatan de rû da û di encamê de 2 kes hatin kuştin, 12 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, li taxa Konak ya navçeya Cizîrê, di navbera zarokên 2 malbatan de şer derketiye û li ser wê yekê paşê şer mezin bûye û endamên malbatan bi xwe jî tevlî şer bûne, çek û kevir êrişî hev kirine û di encamê de, 2 kes hatine kuştin û 14 kes birîndarbûne.
Kesên birîndar bo nexweşxaneya dewletê ya navçeya Cizîrê hatin veguhestin, li gor zanyariyan her 2 birîndarên ku rewşa wan giran tevî hemû hewildanên rizgarkirinê canê xwe ji dest dane.
Herwiha li ser bûyerê ji herdu malbatan 22 kes û 4 çekên nêçîrê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.
Kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlehiyê hatin veguhestin.