Peyama nû ya Ocalan: Li ser kuştin û mirinê çareserî pêk nayê

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyameke nû belav kir û dibêje: “Divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bidin. Divê rêbazên nû bi pêş bixin. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêk nayê.”

 

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan roja duyem a cejna Remezanê serdana girtîgeha li girava Îmraliyê kir û peyameke nû ya Ocalan belav kir.

 

Mehmet Ocalan li ser peyama Ocalan got: "Birayê min Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Şingalê, greva birçîbûnê û rewşa bakurê Sûriyê. Min got gelê Şengalê pir ji te û tevgera azadiyê hez dike. Wî jî got 'Rast e ez jî pir ji wan hez dikim. Ji bo azadiya Şingalê mirov dikare qala du bûyeran bike. Bûyera yekemîn Derwêşê Evdî ye. Bûyera duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şingalê heta Reqayê gelê Êzidî li qadeke pir fireh rastî komkujiyê hat. Lê me hemû kesên li vê qadê komkujî kirin, tar û mar kirin. Em di tolhildana gelê Êzidî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ez ji gelê Şingalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînim. Bila êdî ew nekevin nava fikaran. Bila ew êdî avakirina jiyana xwe ya azad berdewam bikin'."

 

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de Abdullah Ocalan diyar kiriye: “Divê gelê Bakurê Sûriye ji bo azadiyê bêtir têbikoşe. Lê divê hemû gelê Sûriye tev li vê têkoşîna azadiyê bike. Gelên din jî tev li vê têkoşînê bike. Divê ji bo yekitiya Sûriyê hemû gelên Sûriye jiyana hevpar ava bikin. Ger vê yekê bi pêş bixin û bi ser bikevin, tu hêz nikare bi wan.”

 

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser grevên birçibûnê û diyar kiriye: "Çalakiyên greva birçîbûnê rêbazeke têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê eger ku berdewam bike zirarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin. Tirkiye ketiye pêvajoyeke ku xetimiye. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne, divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bidin. Divê rêbazên nû bi pêş bixin. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêk nayê. Ji bo çareseriyê aştiyeke birûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya birûmet ava dikin, bi pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.”

 

Herwiha Abdullah Ocalan ji ber kesên ku di çalakiya greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dane, xemgîniya xwe aniye ziman û ji malbatên wan re sersaxî xwestiye û gotiye: "Van kesên ku jiyana xwe ji dest dan, zirarek mezin da min û malbatan. Ev ne rast e. Siyaset heta cihekî li ser çalakiyên grevê tê meşandin. Piştre nameşe. 8 hevalan dawî li jiyana xwe anî. Hem li Ewropa, hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiye ketin grevê. Yên girtî jixwe di nava çar dîwaran de ne. Nikarin li vir siyasetê bikin. Di nava şert û mercên pir dijwar de ne. Lê yên li derve xwedî şert û mercên zêde ne. Dikarin li derve rêxistina xwe xurt bikin. Bila di vê qadê de bertekên xwe yên demokratîk bi pêş bixin. Ev rêbazeke rasttir e.”

 

Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêya çareseriyê û destnîşan kiriye: "Eger derfet bên dayîn ev rêya ku xetimiye, dê vebe. Eger ku derfetê bidin, em dikarin vê rêyê vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.”

 

Li ser mijara "gelo Îmraliyê hevdîtin dê bidomin an na?" eşkere kiriye: "Ne ez dikarim bibêjim hemû rêyên hevdîtinê hatine vekirin û ne jî dikarim bibêjin hatine girtin. Divê em hinekî bipên. Ger ku hin kanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî be. Lê ger ku rê bên girtin dê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.”