Li Mihabadê bi sedema şahî û dîlana Kurdî xwandingehek hate girtin

07-06-2019
RÛDAW
Di Roja Mamosteyan de, li wê xwandingehê mamoste û xwandekarên keç bi hev re girtibûne dîlana Kurdî.
Di Roja Mamosteyan de, li wê xwandingehê mamoste û xwandekarên keç bi hev re girtibûne dîlana Kurdî.
Nîşan Mihabad Rojhilatê Kurdistanê Xwandingeha Perdîsê Dîlana Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi sedema şahî û dîlana Kurdî, ruxseta xebitîna xwandingeheke keçan a kerta taybet li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hate hilweşandin û ew xwandingeh hate girtin.

 

Encûmena Çavdêrîkirina Xwandingehên Kerta Taybet a parêzgeha Urmiyê biryar da ku ruxseta karkirina Xwandingeha Perdîs a Mihabadê bê hilweşandin. Sedema hilweşandina ruxseta wê xwandingehê, “encamdana kar û kiryarên dûr ji taybetmendiyên perwerdehiyê û exlaqê îslamî” hatiye ragihandin.

 

Ew tometbarkirin û girtina wê xwandingeha li Mihabadê, ji ber wê yekê hat ku di merasima Roja Mamosteyan de, mamosta û xwandekarên keç ên Xwandingeha Perdîsê bi hev re girtibûne dîlana Kurdî.

 

Parlamenterê Urmiyê yê Azerî, Hadî Behadurî ku hevdem endamê Encûmena Çavdêrîkirina Xwandigehan li wê parêzgehê ye jî, di daxuyaniyekê de ragihandiye, deriyê xwandingehê hatiye plompkirin û moleta karkirina wê jî hatiye hilweşandin.

 

Berî derketina vê biryarê, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Parêzgeha Urmiyê, rêveberê heman xwandingehê ji kar avêtibû.

 

Li Îranê roja 2ê Gulana her salî weke Roja Mamosteyan hatiye naskirin û di wê rojê de li dibistan, xwandingeh û zanîngehan merasimên taybet ji bo rêzgirtina li maosteyan tên lidarxistin.

 

Her heman rojê, merasimek bo rêzgirtina li mamosteyan li Xwandingeha Perdîs a Keçan li bajarê Mihabadê hatibû sazkirin, ku têde xwandekar û mamosteyan bi hev re dîlana Kurdî kiribûn.

 

Piştî ku dîmenên vîdyoyî yên merasimê û şahî û dîlana xwandekar û mamosteyan li ser torên civakî belav bûbû, rayedarên hikûmetê bertek nîşan dabûn û gotibûn, ew dê wan kesan peyda bikin û wan ceza bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst