Yûnan: Eger Tirkiye S-400an werbigre em dê çekên xwe nû bikin

07-06-2019
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê Evangelos Apostolakis Tirkiye S-400
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê dilgiraniya welatê xwe derbarê kirîna sîstema mûşekî ya berevaniya esmanî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da û ragihand ku kirîna wê sîstemê ji aliyê Tirkiyê ve, Yûnanê neçar dike ku pêdaçûnekê bi sîstema xwe ya çekan de bike.

 

Evangelos Apostolakis diyar kir ku eger Tirkiyê sîstema S-400 bikire, dê Yûnan jî neçar bibe ku sîstema xwe ya çekan nû bike û got jî, ev rêkeftina kirîna sîstema S-400 a di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dibe sedem ku sîstema berevaniya asmanî ya navçeyê bi awayekî din bê birêvebirin.

 

Apostolakis destnîşan kir,  ji ber vê yekê bidestxitina wê sîstemê ji aliyê Tirkiyê ve, Athinayê neçar dike ku careke din sîstema xwe ya berevaniyê bihêztir bike.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê herwiha got, kirîna sîstema mûşekî ya S-400 û balafirên F-35 ji aliyê Tirkiyê ve, balansa hêzê û aramiya navçeyê bi temamî diguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst