Du firokeyên şer ên Tirkiyê quntara çiyayê Qendîlê bombebaran dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Du firokeyên şer ên Tirkiyê gundên Bêpalan, Beûbekir û Qelatû bombebaran dikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ragihand ku du firokeyên şer ên Tirkiyê roja pêncşemê (07-06-2018) ji saet 6:30ê ve bi awayekî sift gundên Bêpalan, Beûbekir û Qelatû bombebaran dikin.

 

Peyamnêrê me herwiha diyar kir ku heta niha bombebaran berdewam e û firokeya çavdêriyê jî li ser esmanê Qendîl û Biradost digere.

 

Artêşa Tirkiyê ji 11ê Adara 2018an ve li Başûrê Kurdistanê li hember gerîlayên PKKê operasyon daye destpêkirin û bi topbaran û bombebaranên firokeyên şer, pêgehên PKKê yên li çiyayê Qendîlê dikin armanc.

 

Medyaya Tirkiyê çend wêneyên leşkeran ên li çiyayê Qendîlê belav kirine.