Rêjeya ava Bendava Dokan gihiştiye rêjeyeke metirsîdar

Silêmanî (Rûdaw) - Ji ber qutkirina avê ji aliyê Îranê ve, rêjeya avê li bendava Dokan gihiştiye rêjeyeke metirsîdar.

 

Birêveberê bendava Dokan Heme Tahir Celal ji Rûdawê re ragihand, rêjeya derbasbûna avê ji bo bendava Dokan zêdetirî 100 metrên sêca kêm bûye, ev yek jî metirsiyê li ser rêjeya avê ya pêwîst bo Herêma Kurdistanê çêdike.

 

Heme Tahir Celal got, berî ku ava çemê Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve were kêmkirin, rojane di yek xulekê de bi qasî 140 metre sêca av derbasî bendavê dibû, lê niha ew rêje ji bo 35 metre sêca daketiye.

 

Nûçegihanê Rûdawê yê li Silêmaniyê jî ragihand ku rojane ava bendava Dokan ji 3 heya 4 santîmetran dadikeve û tê pêşbînîkirin ku di dema bê de jî eger ava çemê Zêyê biçûk qutkirî bimîne, rêjeya avê bi awayekî zêdetir kêm bibe.