Jinên Sûriya yên koçber li bajarê Dîlokê projeyên xwe bicî dikin

07-06-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sşriye Koçber Dîlok Kuafor
A+ A-

Dîlok (Rûdaw) - Ji ber şerê  ku 7 salin li gelek deverên Sûriyê heye, bi hezaran kes ji cih û warên xwe derketin, ji van jî bi sedan malbatên Sûriyê niha li Dîlokê bicih bûne.

 

Sûriyên ku ji ber şer li Dîlokê bicih bûne, ji bo ku debara jiyana xwe bikin, serî li gelek rêbazên kar didin û niha li Dîlokê 6 jinên Sûriyê saloneke kuaforyê vekirine û xizmeta xelkê Sûriyê yê li wir dikin û him jî alîkariya malbatên xwe dikin.

 

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê 6 jinên koçberên biryarê didin ku bi hevre biçin cihê fêrbûna karên destan ên ciwankariyê.

 

Li navenda karê destan, ew 6 jinên Sûrî xwe fêrî karê kuaforyl dikin û piştî ku fêr dibin bi hevre cihekî kar vedikin û alîkariya xelkê Sûriyê yên ku li wê derê ne dikin.

 

Fêrkara xula perwerdeya ciwankariyê Songûl Aslan ragihand  ku wê 6 jinên Sûrî fêrî xula perwerdeya ciwankariyê kirine û niha wan bi xwe cihekî xwe yê ciwankariyê vekirine û got: “"Ez mamosteyê kuaforiyê me.  Li Navenda Ciwankariyê, li taxa Gazîkent a Dilokê kar dikim. Em Sûriyên ku ji ber şer hatine û li vê derê bicih bûne fêrî kuaforiyê dikin. Niha 6 şagirtên min ên Sûrî hene ku ez perwerdeyê didime wan û niha bi xwe cihekî xwe yê kuaforiyê vekirine û tê de dixebitin"

 

Koçbereke Sûrî ji Himsê dibêje, piştî temambûna perwerdeyê, me 6 kesan bi hevre cihekî ciwankariyê vekir û em ji malbatên xwe re dibine alîkarî.

 

Koçbera Sûrî Neda Elşear jî got: "Ev bû sal û nîvek em hatine Dîlokê. Piştre me biryar da ku em herin xula fêrkirina kuaforiyê, ku ji aliyê şaredariyê ve hatibû vekirin. Piştî me 4 mehan perwerdeya xwe bidawî kir, me bi xwe cihekî xwe yê kar vekir û em li vê derê xizmeta keç û jinên Sûrî dikin."

 

Ji ber şer li gelek deverên Sûrî heye, bi hezaran xelkên vî welatî berê xwe dane Bakurê Kuridstanê û Tirkiyê.

 

Li wê derê jî, jin ketine warên kar û berhemdanê. Ew jî bi mebesta alîkariya malbatên xwe û peydakirina debara jiyanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst