RIHA - Endam û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de 14 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê endam û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de 14 kes bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li navenda bajarê Rihayê û navçeyên wê Curnê Reş, Hewag û Wêranşarê polîsan bi ser gelek malan de girt.

Endamên Meclîsa Ciwanan û Rêveberên navçeyan ên DEM Partiyê jî di nav de 14 kes hatin desteserkirin.

Li navenda Rihayê Muzaffer Akcan û Bunyamîn Demîr, li Hewagê Şîrîn Aktaş, Leyla Daghan, Meyaser Korkmaz, Kemal Çakmak û Nuh Albayrak hatin desteserkirin.

Li Wêranşarê jî rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê Huseyîn Aslan, Kemal Aslan, Mehmet Aslan, Mehmet Emin Açikgoz û herwiha Îsmaîl Topkan, Serhat Îşlek û Azîz Taşkin hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên ku di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Lêpirsîna wan li Rêveberiya Ewlehiyê berdewam dike.