Li Bakurê Kurdistanê qezayeke din: 6 kes mirin

07-05-2023
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îro qezyeke trafîkê çêbû û di encam de herî kêm 6 kes mirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, bûyer li ser rêya navbera Rihayê û Dîlokê û di kîlometra 23 a wê rêyê de çêbûye.

Di qezayê de kamyonêtek û barhilgirek li hev qelibîne û ji ber tundiya qezayê, her du wesayît jî wergeriyane.

Di qezayê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Gelek polîs, ekîbên tendirustî û tîmên agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Cenazeyên her 6 kesan rakirin morga nexweşxaneyê û dê radestî malbatên wan bên kirin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Herwiha îro li parêzgeha Rihayê di bûyerekê de otomobîlek ku 6 kes têde bûn û 5 ji wan zarok bûn, kete nav kanaleke avê û di encam de 5 zarok xeniqîn. 

Di bûyerê de tenê şofêrê otomobîlê Ozlem (31) ku dayika zarokan e rizgar bûye.

Termên her pênc zarokan, Asmîn (11), Aysun (9), Ecem (5), Îbrahîm (4) û Mislim Çetîn (1), bi vîncê ji kanala avê hatin derxistin.

Dih li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê jî bûyereke mezin a trafîkê çêbibû ku di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst