Rêya Kerkûk-Hewlêrê ji bo bazirganiyê vekirî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand, rêya Kerkûk-Hewlêrê ji bazirganiyê re hat vekirin û barhilgir dikarin bê pirsgirêk barên bînine Hewlêrê.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw roja Şemiyê 6ê Gulana 2023an ji Rûdawê re ragihand, rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de ji bazirganiyê re vekirî ye û barhilgir dikarin bê pirsgirêk barên bînine Hewlêrê û gotegotên li ser venekirina rê ne rast in.

Umîd Xoşnaw li ser kêmiya çûnûhatina bi rêya Kerkûkê got, “Hinek şofêr pirsgirêkên otomobîlên wan hene yan jî pirsgirêkên wan ên qanûnî hene, ji ber wê jî nikarin yan jî naxwazin di ser Kerkûkê re derbas bibin.”

Umîd Xoşnaw da zanîn ku rêyên din ên navbera Silêmanî û Hewlêrê ji barhilgiran re girtî ne û tenê barhilgirên biçûk û wesayîtên taybet dikarin tê re derbas bibin.

Roja 2ê Gulana 2023an Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw di civîneke rojnamevaniyê de ragehand ku çend roj in xelkê nêzîkî xalên kontrolê yên Simaqûlî, Hîran û Balîsanê rê girtine û ji ber wê jî pirsgirêkeke mezin di danûstandina bazirganî ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de çêkiriye.

Xoşnaw her wiha got, “Me biryar daye ku barhilgir di rêya Kerkûkê re derbas bibin û Rêveberiya Rêyên Hewlêrê jî dê di demeke kurt de amadekariyên xwe ji bo rakirina astengiyan bike ku barhilgir di wê rêyê re derbas bibin.”