Li Efrînê ji ber erdhejekê 4 zarok birîndar bûn

07-05-2023
RÛDAW
Wêneyên 3 zarokên ku di erdheja li Efrînê de birîndar bûne.
Wêneyên 3 zarokên ku di erdheja li Efrînê de birîndar bûne.
Nîşan Efrîn Cindirês Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro demjimêr 11:36 li bakur rojavayê Sûriyê û başûrê Tirkiyê erdhejek çê bû. Erdhejê bandor li Efrînê jî kir û 4 zarok birîndar bûn.

Li gorî Rêveberiya Karesatan a Tirkiyê (AFAD) erdhej bi hêza 4.7 li gorî pileya Rîxterê bûye, lê Navenda Sûriyê ya Çavdêriya Erdhejan got ku hêza wê 4.9 bûye û navenda wê parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê bûye.

Erdheja îro li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî hat hestpêkirin.

Di dema Erdhejê de, li bajarê Efrînê û bajarokê Cindirêsê zarokên li dibsitanan ji tirsa erdhejê ji dibistanan derketin derve û ji ber hevdu def dane, 4 kes birîndar bûne ku 3 zarok li Efrînê û yek jî li Cindirêsê birîndar bûne.

Li gor agahiyan, birîna zarokekî giran e.

Her çar zarok ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Erdhejên 6 sibata îsal ên li Sûriyê û Tirkiyê tirseke mezin di nava welatiyên wan herêman de çêkirine.

Di 6ê Sibata îsal de du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriye hejandin.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, di wan erdhejan de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha li gor amaran, li Sûriyê jî derdora 6 hezar kesan di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst