Nêçîrvan Barzanî: Divê pêkhateyên Iraqê di rêvebirina welat de beşdar bibin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê îro pêşwaziya şandeke Koleja Berevaniya Niştimanî ya ser bi Zanîngeha Bilind a Leşekrî ya Iraqê kir û ragihand, piştî 20 salan ji azadiya Iraqê, divê Iraq “gavên baştir ber bi paşerojê ve bavêje û hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re di rêvebirin û avakirina welat de parve bikin û beşdar bibin.”

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê 7ê Gulana 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke Koleja Berevaniya Niştimanî ya ser bi Zanîngeha Bilind a Leşekrî ya Iraqê kir, ku saziyeke zanistî û perwerdehî û rahênanê ya ser bi Wezareta Berevaniya Iraqê ve ye û xwendekarên wê piledarên leşkerî, berpirs, şêwirmend û rêvebirên wezaret û saziyên hikûmetê ne û di warê berevaniyê û rêvebirinê de lîsansê distînin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de tê gotin, Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera sazî û dezgehên warê berevanî û leşkerî û hemû warên din li tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û pêşxistina wan waran wek karekî “giring” bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha “bernameya xwendinê ya zanîngehê û beş û fakulteyên wê li ser prensîpên niştimanî û zanistî wek pêwîst û erênî nirxand.”

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku 20 salan piştî azadiya Iraqê, “divê em sûdê ji xeletiyên berê werbigirin, bi nêrîneke zelel û bernameyeke hevbeş, gavên baştir ber bi paşerojê ve bavêjin û hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re di rêvebirin û avakirina welat de beşdar bibin.”

Li gor daxuyaniyê, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana xwe û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya rol, gotar û nêrîna niştimanî ya Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta Iraqê bi giştî kir.

Di civînê de herwiha li ser mijarên ewlehî û leşkerî jî gotûbêj hatin kirin.