Li Rihayê otomobîlek ket kanala avê; cenazeyên 4 zarokan hatin dîtin

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê otomobîleke ku 5 jê zarok 6 kes tê de bûn kete kanala ava, piştî xebatên lêgerînê cenazeyên 4 zarokan hatin dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi reqema 31 B 7008 a şofêrtiya Hasan Çetîn li nêzîkî Taxa Ulubag a navçeya navendî ya Xelîliyeyê ket kanaleke avdanê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, ambulans û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Her wiha ji bo derxistina otomobîlê vînc jî ji bo cihê bûyerê hat rêkirin.

Otomobîla ku tê îdiakirin hevjîna şofêr Ozlem (31) û zarokên wan Asmîn (11), Aysun (9), Ecem (5), Îbrahîm (4) û Mislim (1) Çetîn ên tê de bûn bi vîncê ji kanala avê hat derxistin.

Di otomobîla ku hate derxistin de cenazeyên 4 zarokên ku heta niha navên wan nehatine diyarkirin hatin dîtin.

Li herêmê lêgerîna dayik û zarokekî berdewam dike lê hat diyarkirin ku di qezayê de şofêr berî ku kanalê keve xwe ji otomobîlê avêtiye.

Hat ragihandin lingê Hasan Çetîn ê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan şikestiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst