Urmiye: 59 pêketiyên Coronayê di jêr çavdêriya hûr de ne

07-05-2022
RÛDAW
Nîşan Urmiye Corona Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Navenda Rûbirûbûna Coronayê ya Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 45 pêketiyên Coronayê di beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên Urmiyê de ne û 14 kesên din jî bi amûrên taybet nefesê dikşînin.

Berdevkê Navenda Rûbirûbûna Coronayê ya Parêzgeha Urmiyê Elî Efşanî dibêje, “Li gor sê hefte berî niha hejmara pêketiyên Coronayê ku di beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyan de ne, 25 kes bûye.”

Elî Efşanî diyar kir ku niha 131 kes ji ber pirsgirêka wan a henasedanê heye, li nexweşxaneyan hatine razandin û 14 kes jî bi rêya amûrên taybet ên henasedanê nefesê dikşînin.

Hejmara pêketiyên Coronayê li parêzgeha Urmiyê kêm bûye û li gor raporta Navenda Rûbirûbûna Coronayê ya Parêzgeha Urmiyê, di 24 demjimêrên borî de 11 pêketî hatine tomarkirin û 20 kesên ku guman heye bi Coronayê ketibin li navendên tendirûstiyê hatine razandin.

Li gor raporta dawî ya Navenda Rûbirûbûna Coronayê ya Parêzgeha Urmiyê, heta niha 7 hezar û 572 kesan bi Coronayê canê xwe ji dest dane û 257 hezar û 500 pêketiyên Coronayê jî hatine tomarkirin, wate ji sedî 10ê tevahiya niştecihên parêzgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst