Xelkê Şingalê dixwazin artêşa Iraqê û YBŞ ji Şingalê derkevin

07-05-2022
Yûsif Rabih
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şingal Artêşa Iraqê YBŞ
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Şerê bi çekên giran ê di navbera artêşa Iraq û YBŞê de bûye sedema wêrankariyeke mezin, û di encama şerê wan de ziyanên canî û darayî gehîştine xelkê, û çendîn mal ketine ber gule û hawînan. Li ser vê yekê xelkê Şingalê daxwaz dikin ku dixwazin artêşa Iraqê û YBŞ ji Şingalê derkevin.

Xelkê Şingalê li komalgeha Digûrê ya li bakurê çiyayê Şingalê rêya çûn û hatinê girtîne û naxwazn vekin heta ku daxwazên wan neynê bicîkirin. Li gor ku ew dibêjin daxwaza wan a serekî ew e ku hêzên artêşa Iraq û YBŞê ji nava Şingalê vekişin.

Niştecihê Şingalê Salim Şingalî got “Eger artêşa Iraqê bê û şer di nav malên me de bike em ji vê yekê memnunin ku bila biçin, hem PKK û hêzên ser bi PKKê ve em spasdarî wan in, rast e ku wan qenciyek bi me kirin lê ew jî bila ji nav jin û zarokan derkevin, bila ji nav malan derkevin."

Li nehya Sinûnê, serê pênc rojan e xwepêşandanê xelkê Şingalê li vir berdewam in, zarok, jin, keç û mêr beşdarî di van xwepêşandanan de kirine, û daxwaz dikin ku bi tenê polîsên federalî û asayîşa nîştmanî di deverên wa nde bimînin.

Xwepêşander Necwa Hecî dibêje “Divê ku hikûmet yan jî komalgeha navdewletî derbas bibe, ji ber ku wisa kêr nayê, ji ber ku xelkê me yê belengaz dibe qurbanî û hêzên şer dikin her roj rêkeftinên demkî dikin, li şûna ku rêkeftinên daîmî bêne kirin ji vî xelkî re, ku ev jenosîd biser xelkê me de neyên.”

Xwendekar Wesîm Naêr diyar kir “Divê hemû ji vê derkevin û şer nekin û em biçine dibistana xwe.”

Şerê artêşa Iraqê û YBŞê bi çekên giran bûye sedema wêraniyeke mezin, û di encama şerê wan de ziyanên canî û darayî gihîştine xelkê, û çendîn mal ber bi gule û hawînan ketin.

Nişteciha Şingalê Basîma Xidir got “Wexta ku şer derket em di xanyê xwe de bûn, ez di gel 4 zarokên xwe yên mezin di nav malê de bûn,  û min zarokên xwe yên biçûk biribû mala mamê wan. Em di malde bûn wexta ku guleya hawîna wan li mala me ket, em tirsiyan ku xanî me bi ser me de bikeve. Deriyekî me yê malê yê din hebû, em di wir de derketin û em çûn mala mirovên xwe û heta em gihîştin wir bêtir ji sed teqîn hatin kirin.”

Şerê di navbeyna artêşa Iraq û YBŞê de bi çekên gran ên weke doçka û RPG  bû, û ji ber vî şerî bêtirî ji hezar û 700 malan ji Şingalê malên xe bicih hiştin û careke din aware bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst