Serokê Dêra Suriyanî ya Ortodoks li Cîhanê: Qamişlo, Mêrdîn û Hewlêr xaka bav û kalan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dêra Suriyanî ya Ortodoks li Cîhanê Mor Ignatius Aphrem II ku bi xwe xelkê Qamişlo ye, dibêje “Qamişloya ku ez jê me,  Mêrdîn û Hewlêr xaka bav û kalan e.”

Serokê Dêra Suriyanî ya Ortodoks li Cîhanê Mor Ignatius Aphrem II serdana nahiya Başîka ya ser bi parêzgeha Neynewe ve kir û li wir qedasek birêve bir û navendeke rewşenbîrî vekir.

Mor Ignatius Aphrem II ku bi xwe xelkê bajarê Qamişlo ye, ji Rûdawê re ragihand ku cîranên wî li Qamişlo Kurd in, û ji wan fêrî çend gotinên Kurdî bûye û ew jî ji wî fêrî Siryanî bûn.  Heriwiha di axeftinên xwe de tekezî li ser bihevrejiyanê kir.

Serokê kenîsya Suriyani Orthdoks li Cîhanê Mor Ignatius Aphrem II: “Ez nabêjim vegeriyan, ez dê bibêjim hatin. Mûsil xaka bav û kalan e. Deşta Neynewayê xaka bav û kalan e. Qamişloya ku ez jê me, xaka bav û kalan e. Tûr Abdîn li Mêrdînê, xaka bav û kalan e û Herêma Kurdistanê xaka bav û kalan e. Em nikarin hemû vê navçeyê ji hev cuda bikin. Ji aliyê dîrokê ve, ji aliyê şaristanî û demografî ve jî, em nikarin wê cuda bikin. Cîranên min li Qamişlo Kurd in, ez ji wan fêrî çend gotinên Kurdî bûm û ew jî ji min fêrî Siryanî bûn. Heman tişt li vê derê, Siryanên li Hewlêrê, weke mînak, di demên berê de, di sedsalên yekem ên Kiristyaniyê de, Hewlêr Ebreşiyeke mezin bû. Hebûna me li Hewlêrê, ne nû ye. Metranên me di sedsalên çarem, pêncem û şeşem de, li Hewlêrê hebûn, ev yek tê wê wateyê ku, ev xaka bav û kalan e.”