Li Xarpêtê şerê bi çekan: Muxtarê gund hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera ajeldaran de şerê bi çekan çêbû û di encam de muxtarê gund hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li gundê Çanakçi ser bi navçeya Depê di navbera xwediyên ajelan de li ser çêrandina ajelan li mêrgê, alozî derket û piştre şerê bi çekan derketiy.

Di encama şer de muxtarê gund ê 50 salî li cihê bûyerê birîndar bû, lê dema bo nexweşxaneyê hat veguhestin di rê de canê xwe ji dest da.

Herwiha di heman demê de ji ber şer 2 kesên din jî  birîndar bûn û hat zanîn ku li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Li gor agahiyan tîmên Cendermeyan girêdayî wî şerê bi çekan, 6 kes hatine desteserkirin û dest danîne ser çekên ku di bûyerê de hatine bikaranîn.