Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Dêra Surp Gragosê ya Ermeniyan piştî nûjenkirinê bi amadebûna Wezîrê Geşt û Gûzariyê yê Tirkiyê û gelek kesayetên Ermanî hat vekirin. Biryar e sibe roja Yekşemê jî li dêrê ayîn bê kirin.
Dêra Surp Gragosê ya Ermeniyan ku 7 sal bûn ji ber şerê nava bajêran li Sûrê wêran bibû îro Şemiyê 7ê Gulana 2022yan di saet 16.00an de bi merasimekê hat vekirin. Wezîrê Geşt û Gûzariyê û gelek kes di merasimê de amade bûn.
Ev 7 sal bûn ku li dêra ermeniyan tu ayînek nekiribû. Lê ji ber ku dêr bi temamî hatiye nûjenkirin êdî ermeniyên li Bakur dê bikaribin ayînên xwe bi rêk û pêk bikin.
Biryar e sibe roja yekşemê jî li dêrê ayîn were kirin.
Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan li Sûra Amedê, di merasima vebûnê de axaftinek kir û diyar kir ku ev merasim xwedî girîngiyeke dîrokî ye û ji bo Ermeniyên Amedê cejn e.
Wezîrê Geşt û Gûzariyê yê Tirkiyê Mehmet Nurî Ersoy jî beşdarî merasîmê bû û di merasimê da axivî û bal kişand ku Amed, landika şaristaniyê ye ku di dîrokê de hemêza xwe li çand û baweriyên cuda vekiriye û wiha got, "Amed bajarekî me yê qedîm e ku xweşbînî, biratî û çandên cuda di nava aramiyê de bi hev re dijîn."
Ersoy diyar kir, bi xebatên hemaheng ên hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî ve li Amedê “xebatên xizmetê tên kirin” û kirin û wiha got: “Li Amedê ciyê azadiya çand û baweriyên cuda, gelek avahiyên giranbiha hene û lewma jî divê em ji bo danasîna vî bajarê me yê qedîm hewl bidin.”
Piştî axaftinan li dêra ku hat vekirin piştî 7 salan naqos hat lêdan, ayîna teqdîsê hat kirin, mûm hatin vêxistin û dia hatin kirin.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Sûrê Abdullah Çiftçi, Midûrê Giştî yê Weqfan Burhan Ersoy, Parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdi Eker, Ebubekir Bal û Oya Eronat, Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Sezgin Tanrikulu, Ermeniyên ji welêt û dervayî welêt beşdarî merasima vebûnê bûn.
Dêra Surp Gragos
- Sala 1376an de hatiye avakirin
- Sala 1880 şewitî ye
- Dêra herî mezin a li Rojhilata Navîn e
- Sala 1883ê hatiye nûjenkirin
- Sala 1913ê burca wê herifî ye
- Heya 1960 depoya leşkerî bûye
- Sala 2011ê hatiye vekirin
- Di şerê xendeqan de ziyan dît
- Îro careke din hat vekirin û dê sibê ayîn lê birêve biçin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse