Li Qersê berf û teyrok bariya

07-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li deverên bilind ên parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, berf û teyrok bariya.

Di demekê de ku meha Gulanê ye û li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê, demsala biharê destpê kiriye, li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi taybet jî parêzgehên Herêma Serhedê barîna berfê berdewam e.

Îro 7ê Gulana 2022ê li deverên bilind ên parêzgeha Qersê berf û teyrok bariya û berfê devera Derbosaka Hanlarê li ser rêya sereke ya Qers-Têkorê spî kir.  

Ji ber barîna berfê astengî di çûn û hatinê de çêbûn û li parêzgehê çend bûyerên trafîkê çêbûn. Doh 6ê Gulana 2022ê jî li navçeyên bilind ên parêzgehên Bedlîs, Wan û Sêwasê yên Bakurê Kurdistanê berf bariya bû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst