Li Hewramanê orkestraya 500 kesî ya def û tembûrê

07-05-2022
RÛDAW
Gundê Palanganê, Wêne: Rûdaw
Gundê Palanganê, Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewramana Text Def Tembûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzî 10 hezar kesan beşdarî pîrozbahiya Cejna Remezanê ya li gundê Palingan a navçeya Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê bûn. Orkestraya defê ji 500 kesan pêk tê.

Roja Çarşemê ji bo pîrozbahiya Cejna Remezanê li gundê Palingan a ser bi Hewramanê (Hewramana Text) ve ku di nav sînorên parêzgehên Kirmaşan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê de ye û di lîsteya mîrata cîhanî ya UNESCO de hatiye tomarkirin, şahiyeke bi heybet hat lidarxistin.

Nêzîkî 10 hezar kesan beşdarî çalakiya li gund bûn ku her sal bi xaniyên xwe yên asê û bi mîmariya balkêş a li quntara çiyê mazûvaniya gelek geştyaran dike.

Li ser banê xaniyên ku li kêleka hev hatine çêkirin, 500 kes li kolanên teng û li qiraxa çem, li defê dixin. Tembûrvanan jî bi defjenan re li tembûrên xwe dixistin ku beşeke bingehîn a baweriya Yarsaniyê ye.

Pîrozbahî her wiha ji bo pîrozbahiya salvegera tomarkirina Hewramanê di lîsteya mîrata cîhanî ya UNESCO de hat lidarxistin.

Parlamenterê Sine-Kamyaran-Dîwandereyê yê Parlamentoya Îranê Muhsîn Fethî diyar kir ku Parêzgarê Sineyê soz daye ku di demeke nêz de projeyên zêdekirina potansiyela geştiyariyê ya Palanganê pêk bîne.

Sekreterê Komîsyona UNESCO ya Îranê Hucetullah Eyûbî jî diyar kir ku heger Palangan bi başî were nasandin dê bibe dilê geştiyariya herêmê.

Parêzgarê Sineyê Îsmaîl Zarîkûşa jî destnîşan kir ku ji bo geşepêdana potansiyela geştiyariyê ya li seranserê parêzgehê dê sûdê ji Hewramanê werbigirin.

Herêma Hewramanê ku bi dîmenên xwe yên çiyayî yên balkêş, çanda xwe ya bêhempa, dîroka kevnar û mîmariya bajêr a bêhempa tê naskirin, sala borî ji aliyê UNESCOyê ve di lîsteya mîrateyên cîhanî de hatibû tomarkirin.

Avahîsaziya ser hev, bexçevaniya li ser eywanên keviran, xwedîkirina ajelan û koça demsalî, xwezaya nîvkoçerî li deşt û zozanan di demsalên cuda de ji taybetmendiyên cihêreng ên çand û jiyana xelkê Hewramanê ne.

Her wiha berhemên serdema paleolîtîk jî li Hewramanê hatine dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst