Îmam Taşçier: Bê ziman netew ji holê radibe

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier derbarê kampîna komkirina îmzeyan bo zimanê kurdî diyar kir ku hejmra îmzeyan roj bi roj zêde dibin. Herwiha Taşçier giringiya ziman bibîr xist û got “Eger zimanê mirova tunebe, netewa mriov jî ji holê radibe, tê jibîrkirin. Ji ber vê yekê ziman ji bo me pir giring e.”

Parlamenterê HDPê Îmam Taşcîer beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser kampîna komkirina îmzeyan bo fermîbûna zimanê Kurdî axivî.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşcîer Di derbarê kampîna komkirina îmzeyan bo fermîbûna zimanê Kurdî de got “Di şertên pandemiya koronayê de komkirina îmzeyan zehmet e. Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê jineke Kurd bi tena serê mal bi mal geriya û 6 hezar îmze kom kiriye. Li Baxlerayê jî 15 hezar îmze hatine komkirin. Li ser medya civakî jî îmze tên komkirin. Hejmra îmzeya roj bi roj zêde dibin.”

Îmam Taşçier da zanin ku HDPê bi bidawîbûna qedexeyan tedbîrên koronayê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî ew dê çalakiyan berdewam bikin û di parlamentoya Tikiyê de xebatên parlamenterên HDPê yên ji bo zimanê Kurdî berdewam in.

Herwiha Taşçi er dibêje ku li Tirkiyê 25 milyon Kurd hene ku zimanê wan Kurdî ye û dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin.

Taşçier bal kişand ser asîmîlasyonê ser Kurdan û ragihand ku piştî ku komara Tirkiyê di 1923an de avabû û heta îro qedex daye ser zimanê Kurdî û naxwaze Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin vê yekê jî xistiye nav qanûnê destûra xwe, ji xeynî Tirkî ti kez nikarê bi zimanê dayîka xwe bê perwerdekirin.

Îmam Taşçier giringiya ziman bibîr xist û got “Eger zimanê mirova tunebe, netewa mriov jî ji holê radibe, tê jibîrkirin. Ji ber vê yekê ziman ji bo me pir giring e.”  

Parlamenterê HDPê gazinan ji wê yekê kir ku dê û bavên kû Tirki nizanin, zarokên ku bi Kurdî nizanin mezin kirine, ji ber ku zimanê dibistanê, zimanê bazarê, zimanê rojane û zimanê tendirustiyê, zimanê parêzer dibe Tirkî ne, Kurdî tê jibîrkirin.